Zarokê li Şemzînanê hatibû binçavkirin hat berdan 2021-05-01 10:00:30   COLEMÊRG - Li Şemzînanê zarokê bi hinceta “parvekirina medyaya civakî” ji aliyê polîsan ve hatibû  binçavkirin, hat berdan.   Li taxa Bêdarê (Moda) ya navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê doh di serê sibehê de polîsan avêt ser mala zarokê 14 salî û zarok hatibû binçavkirin. Li gorî agahiyên hatin girtin zarok bi hinceta li ser hesabê xwe yê medyaya civakî “Heqaret li serokomar kiriye”  piştî Muduriyeta Polîsan a Şemzînanê îfada wî girtin sewqî li dozger kirin.   Dozger îfadeya zarok girt û ew ji bo “Testa temenê hestî” û  “Şêwirmendê derûnî” sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê kir. Piştî testê polîsan zarok anîn Muduriyeta Polîsan a Şemzînanê û li vê derê hat berdan.