13'emîn hejmara Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê derket 2021-05-01 09:56:12   NAVENDA NÛÇEYAN - 13'emîn hejmara Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi sernavê "Em ne koleyên dewlet, patron û mêr in" derket.   Di hejmara bi mijara 1'ê Gulanê ya bergê hat weşandin de cih ji bo gotubêja ji karkarên depoyê ya Migrosê Sevim Guneş hat dayin. Hulya Osmanagaoglu di nivîsa xwe de bal kişand ser keda jinê ya bi heq û bê heq û mijara zayendiya di siyaseta çînî de. Nebile Irmak Çetin mijara hevkariya tevgera jinê/tevgera femînîst a bi jinê kedkar re girt dest.    Her wiha gelek nivîsên bi serenavên cuda û werger di hejmara nû de cihên xwe girtin.