Di berxwedanê de hene di rêveberiye de tune ne: Dîroka jinan a sendîkayê 2021-05-01 09:02:08   STENBOL - Di encama têkoşîna tevgera femînîst û jinan de di salên 1970’ê de di têkoşîna sendîkal de cihê jinê hat nîqaşkirin û ji duh heta îro di her cureyê berxwedanê de jinê cih girt lê hîna jî di sendîkayan de hejmara wan têr nîne.   Li Tirkiyeyê sendîkayî, di Qanûna Cemiyetê ya hejmara 3512’an a sala 1938’an de îfadeya ‘li gorî esasa çînî cemiyet nikare bê avakirin’ ji metnê hat derxistin û bi guherîna hejmara 4919 di 5’ê Hezîrana 1946’an de  qanûnîbûn qezenc kir. Piştî ku tevgera sendîkal qanûnîbûn qezenc kir, sendîka hatibin avakirin jî piranî sendîkayên hatin avakirin, bi pêşengiya parastiyên weke Partiya Sosyalîst a Tirkiyeyê, Partiya Gundî û Kedkarên Sosyalîst aTirkiyeyê ve hat avakirin. Hikûmeta demî bi fikara ‘wê aliyê îdeolojîk’ bi ser keve di 17’ê Kanûna 1946’an de bi biryara rêveberiya teng girt. Ji ber vê jî pêvajoya sendîkabûnê  di 1947’an de bi ‘Qanûna Mafên Yekitiya Sendîka û Sendîkayên Karsaz û Karkeran a hejmar 5018’ tê dest girtin.   Zehra Kosova ku hîna di destpêka demê de têkoşîna sendîkabûnê dida, yekem sendîkavana jinan a Tirkiyeyê ye û karkera titunê ye. Zehra di Sendîkaya Karkerên Titunê ya Stenbolê de rêveberiyê dike û yek ji pêşenga têkoşîna sendîkal e. Karkeriya titunê ku li Anatolyê da destpêkirin, di salên 1930’î de li Stenbolê berdewam kir û bi jiyana karkeriyê re, xwe di têkoşînê de dibîne. Zehra hîna li Kavala bû birayên wê tevlî tevgera Sendîkaya Sor dibin. Zehra di têkoşîna lêgerîna mafê karkeran de dertê pêş û di 1933’yan de bi Partiya Komunîst a Tirkiyeyê (TKP) re têkiliyê datîne. Zehra di rêveberiya Sendîkaya Titunê de cih digire. Ji wê rojê şûnde ji bo sendîkabûna karkerên jin, mezinkirina destkeftiyan û rêxistinê têkoşîn da.   Bandora tevgera femînîst a li ser sendîkayan   Li aliyê din jî di sendîkayan de pirsgirêka jinê, hebûna jinê ya di sendîkayan de û avakirina xeta têkoşînê xwe dispêre salên 1970’ê. Di salên 1970’ê de tevgera femînîst a derket pêş, yek ji mijarê wan ên sereke cihê jinê ya di sendîkayîbûnê de bû. Di demên dawî de di bin banê sendîkayan de, komîteyên jinan, buroya jinan, sekreteriya jinan û komîsyona jinan hene  û faliyetan dimeşînin. Lê di sendîkayan de hîna rêjeya endamtiya jinan kêm e û hejmara jinên çalak tê de peywirê digirin kêm e. Lê têkoşîna jinan a di qada sendîkayî de ji bo têkoşîna giştî jî dibe rêber.   Darbeya leşkerî ya 1980’ê bandorek çawa li sendîkayan kir?   Bi darbeya 12’ê îlonê aliyên muxalîf, karker û kedkar jî rastî windahiyên aborî, mafên siyasî û civakî hatin, bi zextê hatin çewisandin. Di dawiya sala 1980’ê de kedkaran bi komeleyên ava kirin faliyetên rêxistinbûna sendîkal meşandin û li aliyê din jî yekîtiya hêz û çalakiyê ava kirin û di asta ku xwedî li mafên xwe yên aborî û civakî derbikevin, ketin pêvajoyeke çalakiyê.   1990: Salên ku jin çalak tevlî sendîkayan bûn   Salên 1990-91 wek salên jiyîn û avakirina sendîkabûnê tê venasîn. Ev pêvajo wek salên ku cara ewil bi zextan tê pêşwazîkirin, tê nirxandin. Hemû sendîkayên hatin avkakirin, der barê wan de dozên girtinê hatin vekirin, hinek rêveber ji peywirê hatin dûrxistin û sendîka hatin girtin. Lê li dijî vê zexta dewletê kedkar û karker şûnde gavê navêjin. Tevlîbûna çalak a jinan ya sendîkal di van salan de girîngiyek mezin qezenc dike. Di sendîkayan de rêxistinên jinan cuda li dijî newekheviya zayendî polîtîkayê pêş dixînin, hewl didin ku mafên destûra welidîn û kreşan pêk bên, jin bibin endamên sendîkayan, tevlî faliyetên sendîkal bibin û sendîka demokratîk bibin.   Li Tirkiyeyê di konferans û sendîkayan de, komîte, komîsyon û yekîneyên wek buroyan ên jinan hatine avakirin û ev di salên 1990’î de pêk tê.  Yekîneyên ji bo 8’ê Adarê bê organîzekirin û ji bo endamên jin perwerde bên dayîn, hatin avakirin, piştre ji ber endamtiyên xwe, bi rêxistinên karkeran yê navneteweyî re têkilî ava kirine û bûne sedem ku sendîka, pirsgirêkên îstîhdama jinan û rêxistinê bigirin rojeva xwe.   Qadên ku herî zêde jin tê de dixebitin   Li gorî daneyên Saziya Îstatîstîka Tirkiyeyê, ji sala 1988’an heta niha, li gorî baskên faliyetên îktîsadî ya îstîhdama jinê, di navbera 1988-2007’an de sektora ku herî zêde îstîhdam ji jinê re afirandiye sektora çandiniyê ye. Ligel vê sektora xizmet, sanayî û înşatê tê. Ji 2008’an şûnde îstîhdama jinê ji çandiniyê diherike sektora xizmetê. Di 2017’an de sektora xizmetê ji sedî 56.1 a jinê bû. Di 1988’an de sektora çandiniyê ya ji sedî 76,77 bû di dawiya sala 117’an de dibe 28.31.    Rêjeyên sendîkabûnê   Li gorî daneyên Egîtîm Senê yên navbera sala 2006-2018’an de di 13 salên dawî de hejmara jinên dixebite ji 732 hezar û 838’an derketiye 3 mîlyon û 890 hezar û 762.  Hejma endamên sendîkayê jî ji 435 hezar û 972’an ketiye 317 hezar û 837’an. Li gorî daneyên meha çileyê 2006’an  jinên dixebitin ji sedî 14,40 bûye û li gorî daneyên meha çile ya 2018’an jî ev derketiye ji sedî 28.03’an. Li gorî daneyên meha çile ya 2006’an rêjeya sendikabûna jinan ji sedî 59,49 bûye û li gorî daneyên meha çile ya 2018’an ev daketiye ji sedî 8.17’an.   Li gorî rapora ku Konfederasyona Sendîkayên Ewropa (ETUC) amade kiriye, ji sedî 45 endamên wê jin in û ev jî tekabulê 38 mîlyon endamên jin dike û tevî vê rêjeyê nûneriya wekhev tune û cihgirtina jinan a di biryaran de gelek qels e.   Rêjeya jinan çima kêm e?   Ji ber îstîhdama derveyê qeydê û xebata bê qeyd, dibe sedema kêmbûna endamên sendîkayê. Li Tirkiyeyê li gorî daneyan ji her sê kesên bi heqdest dixebitin, yek bê qeyd dixebite. Her wiha dîsa esasên ku pêşî li tevlîbûna jinan a sendîkabûnê digire, berpirsiyariyên wan ên malbat û xebatê ne û di vê mijarê de pirsgirêk tên jiyîn. Her wiha der barê derfetên ku bibin endamên sendîkayê de jî agahiya wan tune ye.