ROJEVA 1'Ê GULANA 2021'Ê 2021-05-01 09:00:00   * Seroka Desteya Jin a herêma Firatê Firyaz Berkel berxwedana Şengalê silav kir û got: "Xwedîderketin û berxwedana jinên Şengalê wateyeke xwe ya dîrokî heye. Ji ber vê em di wê baweriyê de ne ku wê vîna Şengalê bi serkeve." BI DÎMEN    *Di encama têkoşîna tevgera femînîst û jinan de di salên 1970’ê de di têkoşîna sendîkal de cihê jinê hat nîqaşkirin û ji duh heta îro di her cureyê berxwedanê de jinê cih girt lê hîna jî di sendîkayan de hejmara wan têr nîne.   *Jinên ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk tê şermezar kirin û diyar kirin ku wê ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê pêk tê bibin pêşeng. Jinan her wiha daxuyakirin ku sedema tecrîdê, tirsa li hember fikrên Ocalan e. BI DÎMEN    *Zekiye Akçakale ya di salên 1993’yan de bi zora dewletê ji gundê xwe koçber dibe, piştî koçberiya 10 salan vedigere ser xaka xwe û dest bi çandiniyê dike. Zekiyeya li malê û  bi karê çandiniyê kedeke mezin dide dibêje keda jinê nayê dîtin, lê xak ji jinê re her tişt e. BI DÎMEN