24 jin û 68 zarokên DAIŞ'î radestî Ozbekistanê kirin 2021-04-30 17:04:23     NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweser a a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 24 jinên DAIŞ'î û 68 zarok ên ji ozbek radestî Ozbekistanê kirin.   Di 28’ê nîsanê de ji Wezareta Karên Derve ya Ozbekistanê heyetek çû serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Heyeta ozbek li Qamişloyê ji aliyê Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve Ebdulkerîm Omer ve hat pêşwazîkirin. Heyeta ozbek, li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê bi nûnerên Rêveberiya Xweser re gelek hevdîtin kir.    Îro Serokê Heyeta Ozbek Sefîrê Komara Ozbekistanê yê Kuweytê Bahramjan Allaouf û Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Ebdulkerîm Omer, li ser welatiyên ozbek ên tevlî DAIŞ’ê bûne û malbatên wan peymanek îmze kirin. Di çarçoveya vê  peymanê de 24 jin û 68 zarokên DAIŞ`ê yên ozbek radestî Ozbekistanê hatin kirin.    Civîn hat lidarxistin   Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve Ebdulkerîm Omer û Serokê Heyeta Ozbek Sefîrê Komara Ozbekistanê yê Kuweytê Bahramjan Allaouf têkildarî vê peymanê civîna çapemeniyê li dar xistin. Destpêkê Omer axivî û ev agahî dan: “Me 68 zarok ku di nav de 7 zarokên sêwî hene û 24 jinên ozbek radestî Ozbekistanê kirine. Di siyaseta me ya têkildarî doza radestkirina malbatên DAIŞ`ê de ji welatên wan re, em zarokên sêwî û zarokên ku pêwîstiya wan bi dermankirina li derve heye, piştî erêkirina dayikên wan, radest dikin.”   'Em spasiya Rêveberiya Xweser dikin'   Balyozê Ozbekistanê Bahramjan Allaouf jî got wan navên 180 kesên ozbek ku di kampan de ne, tomar kirine û ev tişt gotin: “Hikumeta Ozbekistanê bernameyên taybet amade kirine. Zarok dê di bin eleqedariya serokkomar de bin. Ji ber ku xebatên veguhastina welatiyan hêsan kir em spasiya Rêvebriya Xweser dikin.”