Mêran nehiştin jin têkeve mizgeftê 2021-04-30 12:24:47     STENBOL - Li Uskudarê jinekê xwest bikeve hundurê mizgeftê, lê ji hêla mêran ve hate astengkirin.   Li navçeya Uskudarê ya Stenbolê jinekê xwest bikeve hundurê mizgeftê, lê ji hêla mêran ve hate astengkirin. Ji ber astengkirinê jinê bertek nîşanî mêran da û wiha got: “Jin nikarin bikevin hundurê mizgeftê, jin nikarin wiya bikin, jin nikarin viya bikin. Hûn kî ne?”