Li Şemzînanê zarokek hat binçavkirin 2021-04-29 13:04:27     COLEMÊRG - Li Şemzînanê zarokek bi hinceta “parvekirina medyaya civakî” ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.   Li taxa Bêdarê (Moda) ya navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê di serê sibehê de polîsan avêt ser mala zarokek 14 salî û zarok hatbinçavkirin. Di serdegirtina polîsan de lêgerîna malê hat kirin, hat zanîn ku zarok bi hinceta “Parvekirina medyaya civakî” hatiye binçavkirin.   Li gorî agahiyên hatin girtin zarok birine Muduriyeta Polîsan a Şemzînanê û piştî karê zarok li Muduriyeta Polîsan biqede wê zarok sewqî Serdozgerîya Komara Şemzînanê bikin.   Her wiha hat zanîn ku zarok kurê  Hevserokê Partiya Demokratîk (HDP) a Gelan a navçeya Şemzînanê yê berê, Cabbar Taş e.