Li Enqerê polîsan mudaxaleyî daxuyaniya 1’ê Gulanê kir 2021-04-29 13:00:20     ENQERE - Bi minasebeta 1'ê Gulanê Hêzên Ked û Demokrasiyê xwestin daxuyanî bidin, lê bi mudaxaleya polîsan re rûbirû man.    Rêxistinên Ked û Demokrasiyê, bi boneya 1’ê Gulanê xwest li Cadeya Sakaryayê daxuyanî bidin çapemeniyê. Polîsan daxuyanî asteng kirin. Girseyê li ser vê yekê ber bi Navenda Giştî ya KESK’ê ve dest bi meşê kir. Girseya ku gihaşt ber avahiya KESK’ê xwest daxuyanî bide, lê polîsan mudaxileyî girseyê kir.    Polîsan di dema mudaxaleyê de, guleyên plastîk û gaza îsotê li girseyê reşadin û dijûnên zayendperest ji rojnamegeran re kirin. Girseyê piştî mudaxaleyê, banga li ber Şaredariya Çankaya kom bibin kirin. Polîsan pêşaiya şaredariyê dorpêç kirin. Rawestandina girseyê dewam dike.