Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê koma 67’emîn dewir girt 2021-04-29 11:28:37     MEXMÛR - Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclisa Îştar ji bo tevlîbuna pêngava ‘Dem dema azadiye’ hatî destpêkirin, koma 67’emîn dewir girt.   Girtiyên zîndanên Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê di 27’ê Mijdara 2020’î de ji bo protestokirina şert û mercên xirap ên zîndanan, her wiha tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ji bo tevlîbûna pêngava ‘Dem dema azadiye’  ku di heman çarçoveyê de hatibû destpêkirin dest bi gireva birçîbûnê kiribûn. Bi heman armancê li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclisa Îştar li saziya malbatên Şehîdan di 18’ê Kanunê de dest bi greva birçîbûnê hat kirin. Çalkî koma 67'mîn dewir girt   Çalakiya ku berdewam dike îro ji aliyê koma 67'emîn ev hat dewirgirtin. Merasîma dewirgirtinê bi deqeyekê rêzgirtina dest pê kir. Li ser navê koma 66’emîn Şiyar Erkendi axivî û wiha got: “Ev çalakiya ku hatî despêkirin di şexse Mazlum Doganan Kemal Pir û Xeyri Durmuşan de hatiye despêkirin. Em minetarên wa ne. Em bejna xwe li hemberî bîranîna wan ditewînin. Ev çalakiya hati despêkirin ji bo azadkirina Rêber Apo û pêngava "Dem dema azadiya Rêber Apo" ye em ê heta dawi çalakiya xwe bimeşinin.”   Şiyar di dawiya axaftina xwe  de wiha got: “Ne tenê dewleta tirk hemû netewdewletin û hevkarên vi şerî ne lê bila baş bizanin ku heta yek kes ji Gelê Kurd ji hebe we ev berxwedan û raperin  dewam bike.“   Merasîma dewirgirtinê bi dirûşemên "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana gerîlla" bi dawî bû.