Nûnerên saziyên sivîl: Desthilatdarî ji hêza jinan ditirse 2021-04-29 09:03:11   Sema Çaglak - Gulîstan Azak   AMED - Jinên ku di saziyên sivîl de cih digirin bertek nîşanî betalkirina Peymana Stenbolê dan û gotin: "Em ê li dijî betalkirina peymanê û hişmendiya peşverû têkoşîneke hevpar bidin meşandin. Divê bê zanîn ku em tu carî dev jî kolanan bernadin."    Di 20'ê adarê de bi îmzeya Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan Peymana Stenbolê hat betalkirin. Ji bo jinên Tirkiyeyê betalkirina peymanê bû rojeva sereke. Jin li dijî betalkirinê daketin qadan û bertekên xwe anîn ziman. Li gorî daneyên ajansa me di sala 2020'an de 332 jin ji hêla mêran ve hatin kuştin. 6 hefteyên destpêke ya 2021'an de jî 6 jin ji hêla mêran ve hat kuştin. Piştî betalkirina peymanê jî di nava 7 rojan de 12 jin hatin kuştin. Ji 20’ê adarê heta niha jî 32 jin ji aliyê mêran ve hatin kuştin. Têkîldarî mijarê nûnerên rêxistinên saziyên sivîl ji ajansa me re axivîn.    ‘Ez naxwazim bi tundiyê re rûbirû bim'   Hevseroka Komeleya 78’an Halîse Batgî derbarê betalkirina peymanê de wiha axivî: “Em vê biryare nas nakin. Qey Tirkiyê texteya çêkirin û xirab kirinê ye? Dema ku ji karê wê tê îmze dike û gava ku karê wê lê neyê jî betal dike. Jixwe rewşa jinan a li Tirkiyeyê e. Dixwazin pirsgirêkan li ser jinan rewa bikin! Jin dixwazin mafê xwe biparêzin. Peymana Stenbolê deskeftiyeke jinê ye. Jin dibêje ez naxwazim tundiyê bibînim, naxwazim bêm qetîlkirin."    'Em ê li dijî hişmendiya paşverû têbikoşin'    Halîse diyar kir ku jin êdî mafên xwe dizanin û wiha got: “Desthîlatdarî bi van helwestên xwe Tirkiyê dixe nav kaosek mezin. Têkoşînek mezin a jinan heye. Ango jin pergala heyî napêjirîne û li dijî polîtîkayên desthîlatdariyê derdikeve. Êdî jin bi hişmend bûye, felsefe û paradîgmayek wê heye. Êdî jin ev rewşa heyî napêjirinê. Betalkirina peymanê qutkirina rêya jinê ye. Desthîlatdar bi vê yekê dixwaze teşe bide jinan û jinê di hundirê malê de bihêle. Lê em jî li dijî hişmendiya paşverûtiyê ne."    'Peymana Stenbolê dide jiyin'   Endama Lijneya Rêveberiya Egîtîm-Senê Ezgî Çelîk jî wiha bal kişand li ser kuştina jinan: “Ligel betalkirina Peymana Stenbolê hejmara kuştina jinan zêde dibe. Ev tişt mirovan dixe nava fikaran. Em li kolanan dibêjin 'Peymana Stenbolê dide jiyîn', ev ne dirûşmeyek wisa ji rêze ye. Di heman demê de rastiyek e. Ji bo Peymana Stenbolê bê pêjirandin divê têkoşîna jinan raneweste.”   ‘Hişmendiya serdest tehemûlê têkoşîna jinan nake'    Hevseroka Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) a Rihayê Eylem Salar bertekên xwe ya li hemberî betalkirina Peymana Stenbolê wiha anî ziman: "Tirkiye dewleta yekem bû ku Peymana Stenbolê îmze kir û lê niha jî betal dike. Ev tişt bi tu awayî nayê qebûlkirin. Tehamûla hişmendiya serdest a mêr ji têkoşîna jinan re nemaye. Ji bo têkoşîna jinan asteng bike çi ji destê van tê dikin. Lê em dev jî kolanan bernadin û em ê ji bo Peymana Stenbolê bikeve meriyetê têkoşîna xwe bidomînin."   ‘Em vê biryarê qebûl nakin'    Ji Komeleya Wêje, Huner û Çandê ya Jinê (KASED), mamosteya wêneyê Neşe Toprak, diyar kir ku betlakirina peymanê mirovan matmayî dike û wiha bi lêv kir: “Betakirina Peymana Stenbolê biryarek ne di cih de ye. Jixwe em hertim dibînin ku çiqas jin tên qetilkirin û bi tundiyê re rûbirû dimînin. Em biryara betalkirinê bi teqez qebûl nakin û ji bo ku bikeve meriyetê çi divê em ê bikin.”   ‘Em ê li kolanan bin'   Mamosteya muzîkê Evîn Tiryakî, destnîşan kir ku betalkirina peymanê bandorê hemû jinan dike û got: "Divê jin li dijî betalkirinê bibin yek û li kolanan bin. Em ê li dijî hişmendiya serdest a mêr her tim çalak bin."    ‘Desthilatdarî ji hêza jinan ditirse'    Arjîn Încî ya ku di xebatên saziyên sivîl de cih digire da zanîn ku desthilatdarî ji hêza jinan ditirse û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Jin li ser desthîltadariyê tirsek afirandiye. Ji ber ku ji jinan ditirsin ev biryar hatiye girtin. Çawa ku Peyaman Stenbolê hat betalkirin û di nava mehekî de bi dehan jin hatin kuştin. Dewlet bi nêzîkatiya xwe şîdeta li hemberî jinê dipêjirîne. Jin jî li dijî desthilatdariyê li ber xwe dide û heta ku bigheje armanca xwe dê têkoşîna xwe bidomîne."