ROJEVA 29'Ê NÎSANA 2021'Ê 2021-04-29 09:00:00   *Endamên Kongreya Star a herêma Efrînê bertek nîşanî êrîşên dewleta tirk ên li ser Kantona Şehba û navçeya Şêrewa ya Efrînê dan û gotin: "Bi sekin û berxwedana jinên Efrînî wê êrîş û pilanên dagirkeran vala derbikevin." BI DÎMEN   *Parlamentera HDP’ê Feleknas Ûca destnîşan kir piştî 3’yê Tebaxa 2014’an li Şengalê gelek tişt guherîn û wiha got: "Ez berxwedana dayikan ji vir silav dikim. Ev berxwedana hûn dimeşînin berxwedana mirovahî û azadiyê ye. Ev berxwedan tola fermana 74'emîn e. Ev berxwedana hûn dimeşînin pêşîgirtina fermana 75'emîn e. Ev kesên dixwaze bi qedera civaka êzidî bileyize bila baş bizanibe civaka êzidî li hemberî van êrîş û qirkirinan bêdeng namîne." BI DÎMEN   *Jinên ku di saziyên sivîl de cih digirin bertek nîşanî betalkirina Peymana Stenbolê dan û gotin: "Em ê li dijî betalkirina peymanê û hişmendiya peşverû têkoşîneke hevpar bidin meşandin. Divê bê zanîn ku em tu carî dev jî kolanan bernadin." BI DÎMEN    *Dayika girtiyê nexweş Mehmet Zerdeşt Oduncu yê tevî rapora 'di girtîgehê de nikare raweste' 7 sal in di hucreya yek kesî de tê girtin, Selma Oduncu da zanîn Zerdeşt li dijî tecrîdê û binpêkirinên mafan têdikoşe û got:"Bibin dengê zarokên me." BI DÎMEN   * Kedkarên jin li dijî krîza aborî, krîza perwerde û krîza tenduristiyê ya bi pandemiyê re girantir bûye têdikoşin, diyar kirin ku wê di 1’ê Gulanê de li qadan dengê xwe bilind bikin. BI DÎMEN