Dê 1'ê Gulanê sibehê li Derê Çiyê bê pîrozkirin 2021-04-28 14:42:20     AMED - Platforma Demokrasî û Kedê ya Amedê ji bo pîrozbahiya sibehê ya 1'ê Gulanê ya Amedê banga tevlîbûnê kir.    Platforma Demokrasî û Kedê ya Amedê têkildarî 1'ê Gulanê li avahiya 1'emîn Şaxa Egitim Senê civîna çapemeniyê hat lidarxistin. Di daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa "Ji bo jiyaneke mirovî, bi ewle, bi tendirust, bi hêvî li gel hevdu" hat vekirin. Serokê Şaxa 1'emîn DÎSK/Genel-Îş Amed a Amedê Kamuran Taş daxuyanî xwend.    Kamuran da zanîn ku ew ê di 1'ê Gulanê roja têkoşîn, yekîtî û piştevaniyê de careke din dengê xwe bilind bikin û wiha got:"Di nava şerdên pandemiyê de li qad, kuçe, medyaya civakî bi kurtasî ku dibe bila bibe em ji bo daxwazên xwe tên gel hevdu. Em wekî hevparên Platforma Demokrasî û Kedê ya Amedê bang li kedkar, bindest, jin, hêzên demokrasiyê dikin ku di 29'ê Nîsanê de roja pêncşemê saet di 12.30'an de li Qada Derê Çiyê werin gel hevdu û di nava piştevaniya hevpar de bin. Bijî 1'ê Gulanê."