Li Amedê tecrîd hat şermezarkirin 2021-04-28 13:35:14     AMED - Rêxistina HDP'ê yên Sûr û Yenîşehîrê xwestin bi daxuyaniyê balê bikişînin ser greva birçîbûnê lê daxuyanî ji hêla polîsan ve hat astengkirin. Her wiha li Parka Koşûyolû ya Rêzanê jî ligel astengiya polîsan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê, li Yenîşehîr, Rêzan û Sûrê ji bo balê bikşîne li ser tecrîda li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û xwedîderketina li greva birçîbûnê xwest çalakî pêk bîne.    Rêxistina HDP’ê ya Rêzana Amedê li Parka Koşûyolûyê çalakiya rûniştinê li dar xist. Rêveber û hevserokên rêxistinên HDP û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yên Amedê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Komeleya Alîkariya Malbatên Girtî û Hikumxwariyan (TUAY-DER) û gelek welatî tevlî çalakiyê bûn.    Beriya daxuyaniyê polisan derdora girseyê dorpêç kir. Ketina li parqê ji welatiyan re asteng kir. Girse bi tilîlî, çepik û dirûşmeyan astengiyê şermezar kirin.    Her wiha di heman demê de Rêxistina HDP'ê ya Sûr û Yenîşehîrê jî xwestin daxuyanî bidin lê daxuyanî ji hêla polîsan ve hat astengkirin. Her wiha li dora avahiya HDP'ê yên Sûr û Yenîşehîrê hatin dopêçkirin.