Nobeta 'edaletê' ya Emîne Şenyaşar di roj 51'ê de didome 2021-04-28 11:57:44     RIHA - Çalakiya nobeta 'edaletê' ya Emîne Şeyşar di roja 51'ê de berdewam dike.  Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît di parvekirina xwe ya li ser medyaya civakî de banga "Ji ser edaletê destên xwe yên bi xwîn rakin" kirin.    Emîne Şenyaşar a ku hevjînê xwe û du kurên xwe, di êrişa parêzvan û xizmên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz de winda kirin, nobeta ku bi daxwaza “Edaletê” li pêş Edliyeya Rihayê li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar, daye destpêkirin di roja 51'ê de berdewam dike.   Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ev parvekirin kir:"Zilma em dijîn dibe belgefilm. Ew ê di demeke kin de bibe romaneke trajedîk jî. Komkujiya li Nexweşxaneya Pirsûsê. Kesayeta sereke: Mv. Î.H. Yildiz. Kesayetên alîkar: Malbat Yildiz. Sponsor: Sîstema darazê. Ji ser edaletê destên xwe yên bi xwîn rakin."