Fadîle Tok: Her deverên Başûr hatiye dagirkirin 2021-04-28 10:31:55   Mizgîn Marînos   MEXMÛR - Endama Koordînasyona Meclisa Îştar a Mexmûrê Fadîle Tok diyar kir ku niha li hemberî axa Herêma Federal a Kurdistanê êrişek heye û got: "Li ser axa me, li hemberî gelê me û rûmeta me êrişek pir mezin heye, bêdengiya aliyên kurd li hemberî van êrişan îxaneta herî mezine, hevkariya vî şeriye. Divê gelê me yê Başûr li hemberî planên qirêj hişyar bin."   Peymana Bexda û Hewlêrê ya li hemberî Şengalê, qedexeya derketin û ketina li Mexmûrê, êrişên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê û qeyrana aborî, ewlehî û siyasî mijarên sereke yên Herêma Federal a Kurdistanê ye. Di serî de hikûmeta Hewlêrê û pişre jî ya Bexdayê li hemberî geşedanên li herêmê bêdengiya xwe diparêzin. Derbarê geşedanên siyasî yên herêmê de Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Fadîle Tok ji ajansa me re axivî.    'Hewldanên me têr nakin'   Fadîle di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got: "Di serî de berxwedana Rêber Apo ya li Îmralî ku bi salane berdewam dike silav dikim. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin ku azadiya Rêber Apo pêk bînin. Rastiyek li holê ye ku di pêvajoya ew qas hesas de hewldanên me têr nakin. Ji ber ku tişta ku em armanc dikin mezin e. Divê hewldanên me qada navneteweyî bixe nava tevgerê ku dawî li îşkenceya li Îmraliyê bînin."   'Mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye'   Fadîle, da zanîn ku mifteya çareseriya pirsgirêka kurd li Îmraliyê ye û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Îro Rêber Apo berxwedanek mezin dide û bi vî rengî Gelê Kurd gelek destkeftî bi destxistin û gihaştin serkeftinên mezin. Ligel wê jî pergal her diçe li Îmraliyê asta îşkenceyê bilind dike. Astenkirina hevdîtinê ya bi malbat û bi taybetî yên parêzeran nayê qebûlkirin. Dixwazin di navbera gel û Rêber Apo de dîwarên mezin dayinîn. Mifteya çaraseriya pirsgirêka kurd li Îmraliyê ye. Em hêvî dikin ku ji bo aramiya Rojhilata Navîn kesên xwedî bi wijdan, sosyalîst, demokrat û azadîxwaz nexşerêya çareseriyê ya ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye diyar kirin, esas bigirin, têkoşîn û berxwedana xwe bilind bikin."   'Zilm ne qedera me ye '   Fadîle di axaftina xwe de wiha bal kişand ser polîtîkayên ku li hemberî kurdan tê meşandin: "Îro em dibînin ku hêzên komploger berjewendiyên xwe di parêzin bazarên gelek giran li ser Gelê Kurd dikin. Sed sal beriya niha li hemberî serhildanên kurd rêbaza qirkirinê bikaranîn û niha jî heman tiştî dikin. Zilma ku niha li ser gel tê meşandin ne qedera me ye. Heke em bi vê ferasetê nêz nebîn em ê sedsalek din jî winda bikin. Divê em weke Gelê Kurd tevlî berxwedana Rêber Apo û berxwedana şervanên azadiyê bin. Dijmin dê di israra xwe ya şer de têk biçe. Jixwe têk diçe ji bo wê serî li rêbazên qirêj dide.''   'Dewletên navneteweyî jî hevkarên vî şerî ne'    Endama Koordînasyona Meclisa Îştar Fadîle, derbarê êrişên li hemberî Herêmên Parastina Medyayê de wiha axivî: "Di meha pîroz a Remezanê de dijmin êrîşê her çar parçeyên Kurdistanê dike. Divê gelê me di ferqa hovitiya vî şerî de be. Ji ber ku weke lêhiyê her tiştî dide berxwe û tu exlaqê şer nas nake. Ev şer ne tenê bi destê dewleta tirk tê kirin, hemû dewletên komploger ên navneteweyî hevkarê vî şerî ne. Li hemberî axa me, gelê me û rûmeta me êrişeke pir mezin heye. Lê bêdengiya aliyên kurd a li hemberî êrişan îxaneta herî mezin e, hevkarên vî şerî ne. Dewleta ku ji xwe re dibêje ez mislimanim û baweriya min heye, di meha Remezanê de xwîn birijîne."   'Her deverên Başûr hatiye dagirkirin'    Fadîle Tok, da zanîn ku li hemberî Herêma Federal a Kurdistanê lîstokên qirêj hene û wiha got: "Li hemberî axa başûrê Kurdistanê gelek lîstokên qirêj hene. Başûr bi xwîna bi hezaran şehîdan hatiye rizgarkirin ji dest diçe. Edî dewleta navendî ya Iraqê jî têk diçe îradeya xwe ji dest dide. Gelek destên cuda ketine navde û ji xwe re sînoran diyar dikin. Divê hikûmeta Iraqê dest ji van planên xwe yên qirêj berde, îradeya xwe ava bike. Bi wê ve girêdayî divê gelê me yê başûrê Kurdistanê bi giştî li hemberî van planan hişyar bin û bi şerê gelê şoreşgerî piştgiriya xwe ji bo gerîlla bidin diyar kirin. Eger ku wisa nebin xwedî hêz wê ligel statuya Kurdistanê her tiştê xwe ji dest bidin. Dewleta tirk li her deverê xaka Başûr bi cih bûye, cihê ku ketê êdî nema jê    'Divê em têkoşîna xwe bilind bikin'   Fadîle, destnîşan kir ku tekane rê têkoşîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dewleta tirk dixwaze peymana Sykes-Picot nû bike û xaka başûrê Kurdistanê heya xeta Silêmaniyê dagir bike. Divê em di ferqa van rastiya de bin. Îro divê gelê me bêdengî û hevkariya mala Barzaniyan qebûl neke û bertek nîşan bide. Divê di her qadê de bi taybet jî jin û ciwanên Kurdistanê bi her awayî em şiyarbin, li ber xwe bidin û têkoşîna xwe bilind bikin.''