4 sal in li cenazeyê kurê xwe digere: Kulmek xwelî be jî ez dixwazim 2021-04-28 09:03:12   COLEMÊRG - Fazîle Polat, 4 sal in cenazeyê kurê xwe digire û got: "Ez kulmek xwelî be jî cenazeyê kurê xwe dixwazim."    Ridvan Polat ê HPG'yî di sala 2017'an de li herêma Xerzanê di êrişa hewayê de jiyana xwe ji dest da. 4 sal in ligel serlêdana malbatê jî dozger cenaze neda  malbatê. Malbat bi israr daxwaza cenazeyê xwe dike. Dayika Ridvan Fazîle Polat ji ajansa me re axivî.    Fazîle, destnîşan kir ku piştî Ridvan jiyana xwe ji dest da qereqola Geverê bang li keyayê gund dike û Fazîle wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bi rêya keyayê gund bang li me kirin. Em çûn qereqolê. Li qereqolê pirsên wekî 'Çawa çû, kî wî bir?' kirin. Piştî 3 meh şûnde me di televîzyonê de wêneyên wî dît û me zanî ku Ridvan jiyana xwe ji dest daye."   Fazîle, da zanîn ku piştî ku nûçe dîtine berê xwe dane Bedlîsê û wiha got: "Em çûn Bedlîsê û me serî li cihên eleqedar da û me nimûneya DNA'yê da. Ji me re gotin biçin piştî 3 meh şûn de em ê agahiyê bidin we. Piştî 2 salan Serdozgeriya Komarê ya Bedlîsê telefon vekir û ji me re got 'Hûn malbat Ridvan in ne wisa û bên Bedlîsê'. Em çûn Bedlîsê lê ji me re gotin kî telefon vekiriye. Parêzerê me ji wan re got hûn geriyane û we gotiye 'Bên cenazeyê xwe bigirin'. Bi gotina dozger em çûn çend cihan lê me agahiyek negirt. Li goristanê nimreya ku dan me tunebû."   Fazîle, daxuyand ku tenê daxwazek wê heye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bila ji me re bêjin ka kurê min li ku ye. Kulmek xwelî be jî bila hestiyên kurê min bidin min. Ez hestî û xweliya kurê xwe dixwazim. Ez dixwazim goristanek wî hebe. Ji miriyên me jî ditirsin. Êdî bes e bila dilê tu dayikê neşewite. Ez dixwazim bila aştî pêk bê."