Gotin 'întîhar kiriye' lê derket holê ku qetil kirine 2021-04-27 15:47:40     WAN - Multezîm Işikçi ya ku hat gotin 'întîhar' kiriye derket holê ku Erdal Işikçi yê pê re hat zewidandin ew qetil kiriye. Jinên ku nerazîbûn nîşanî qetilkirina Mutezîmê dan li dijî her cure tundiyê banga hestiyariyê kirin.     Li navçeya Erdîş ya Wanê li taxa Selîmiye di 24'ê nîsanê de hatibû diyarkirin ku Multezîm Işikçi, "bi gûman" jiyana xwe ji dest daye. Lê derket holê ku Mutezîmê ji aliyê mêrê pê re hatibû zewicandin Erdal Işikçi ve bi çekê hatiye qetilkirin.    Mêrê gûmanbar hat girtin   Malbata gûmanbar  Erdal Işikçi cenazeyê Mutezîmê rakir morga Nexweşxaneya Dewletê ya Erdîşê. Piştî ku cenzeyê Multezîmê li nexweşxaneyê hat otopsîkirin derket holê ku hatiye qetilkriin û gûmanbar Erdal Işikçi hat binçavkirin. Mêrê gûmanbar di lêpirsînê de li Sûcê xwe mukur hat û li dadgehê hat girtin û şandin girtîgehê.    Ji ber tundiyê zaroka wê ji ber çû   Herwiha li gorî agahiyên ku hatin bidesxistin; hat diyarkirin ku Multezîmê berî bi 6 mehan bi xizmê xwe Erdal Işikçi re hatiye zewicandin û ji roja zewiciye vir de tundî lê hatiye kirin. Herwiha hat îdakirin ku Multezîmê ji ber lêdana lê hatiye kirin ber avêtiye û pitikeke 5 mehî ji ber çûye.    Jinên ku nerazîbûn nîşanî qetilkirina Muştezîmê dan bal kişandin ser Peymana Stenbolê ku Sero Komar fesih kir û gotin ku peymana ji bo jiyana jinan girîng bû.    Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û endamên Meclisa Jinan a HDP'ê çûn serdana malbata Multezîma hat qetilkirin.    'Qetilkirin jinan polîtîk e'   Hevseroka HDP'ê ya Erdîşê Sarya Bîlîcî ya li mala şînê ji jinên ku hatibûn şînê re axivî, got ku ger Peymana Stenbolê pêk bihata wê qirkirina jinan hinekî jî bûna kêm bibûya. Sarya diyar kir ku her mêrê jinekê dikuje bi heman rêbazan xwe diparêze û wiha berdewam kir, "Qirkirina jinan polîtîk e,  Em ê dest ji têkoşîna li dijî qirkirina jinan bernedin."   Banga hestiyariyê    Aktîvîsta TJA'yê Aynûr sarica jî banga ku bila li têkoşîna jinan xwedî bê derketin kir û wiha got, "Divê jin destên xwe bidin hev û bi hev re li dijî tundiyê têkoşînê bidin."   Jinên çûn mala şînê pişt re ji navçeyê veqetiyan.