Li Mexmûrê koma 66'an çalakiya greva birçîbûnê dewr girt 2021-04-27 10:40:47     MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê hatiye destpêkirin, îro koma 66’emîn çalakî dewr girt. Çalakî 131 roj in didome.    Girtiyên siyasî yên li zindanên Tirkiyeyê û herêmê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan dest bi greva birçîbûnê hat kirin. Çalakiya greva birçîbûnê îro koma 66’emîn dewir girt. 131 roj in çalakî didome.    Merasîma dewirgirtina çalakiyê bi deqeyekê rêzgirtinê dest pê kir. Li ser navê koma 65’emîn Emer Demîr axivî û got: "Di serî de em gerîllayên azadiyê ku li hember dewleta dagirker li çiyayên Kurdistanê berxwe didin silav dikin û tecrîta ku bi salane li ser Rêberê me tê meşandin şemezar dikin. Divê em bi fikirin ku dewleta Tirk ya dagirker li Kurdistanê dixwaze çi bike?    Dixwaze bi erêkirina dewletên serdest û hevalbendên xwe yên weke PDK’ê bi heman şêweyê Gelê Ermenî ku çeya beriya niha 166 salan di qirkirinê re derbaz kir, Gelê Kurd jî di qirkirinê re derbaz bikin. Ji bo dewleta Tirk rureşiya xwe veşêre çewa li Garê têkçû bi heman şêweyî li hember îradeya gerîllayên Kurd li Zap, Metîna û Avaşîn jî têkçû. Li rastî hêza fedayane ya şervanên Kurd hat.    Em li vir dibêjin ku wê dewleta Tirk û hevalbendên xwe tu carê nekarin bi kimyasal û êrişên xwe Gelê Kurd xilas bikin û têk bibin. Hêza me heye em dikarin xwe bi parêzin. Lê tişta ku mirov pê di êşe hevkariya mala Barzan ya bi hikûmeta AKP’ê re ye.   Em li vir berxwedana Şengalê ku li hember dagirkerên xaka pîroz li ber xwe didin pîroz dikîn û dibêjin em heta dawî bi wan re ne. Berxwedana wan berxwedanekî pîroz e, parastina xweserî û doza wane."   Merasîma dewirgirtinê bi dirûşma "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.