'Kesên ku tên darizandin jin, kurd û dîroka têkoşîna me ye' 2021-04-27 09:40:21     Dîlan Babat - Oznur Deger   ENQERE - Danişîna ewil a Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 28 jê girtî 108 siyasetmedar jê tên darizandin duh hat dîtin. Parlamenterên jin ên HDP'ê diyar kirin ku darizandina ku tê kirin darizandina jin, kurd û têkoşînê ye û wiha gotin: "Ev tişt bi destê tifaqa AKP û MHP'ê pêk tê û dixwazin HDP'ê tasfiye bikin."    Piştî 6 sal û 3 mehan ji ber çalakiyên 6-8 cotmehê yên li dijî êrîşên DAÎŞ’ê yên li ser Kobanê, Hevserokên Giştî yên berê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de derbarê 108 kesan de doz hatibû vekirin. Di dozê de 28 kes girtî tên darizandin. Danişîna dozê ya ewil duh li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya li Kampusa Girtîgeha Sîncanê hat dîtin.    Bi xwendina kurtayî ya îdianameyê bêyî ku parêzer li salona danişînê amade bin dewam kir. Di kêliya ku îdianame dihat xwendin Fîgen Yuksekdag, Selahattîn Demîrtaş û ên ji girtîgehên lê dimînin bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bûbûn, xwestin danişînê terk bikin. Lê hat diyar kirin ku li ser fermana dadgehê derketina wan a ji odeya SEGBÎS’ê hatiye astengkirin. Duh danişîn ji destpêke heta dawiyê bê parêzeran berdewam kir. Siyasetmedar Ayla Akat Ata ya li eywana danişînê amade bû xwestibû ji danişînê derkeve. Lê dadgehê destûra wê jî nedabû.   Şandeya dadgehê biryara xwe navberê xal bi xal eşkere kir û danişînê taloqî 3’yê gulanê kir. Derbarê danişîna duh de Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Tulay Hatîmogullari, Gulîstan Kiliç Koçyîgît û Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Hevseroka Giştî ya Partiya SYKP'ê Canan Yuce û parêzera Fîgen Yuksekda Ezgî Gungordu nêrînên xwe ji ajansa me re anîn ziman.   ‘Danîşin bi astengiyan destpêkir'    Canan Yuce di destpêka axaftina xwe de danişîna pêk hatî rexne kir û got: "Bi derewan îdianameyek hatiye amadekirin. Mixabin di serî de li ber derî çapemenî hat astengkirin û nehiştin ku daxuyaniyek bê dayîn. Ev tişt nîşaneya nehiştina vegotina rastiyan e. 300 polîs li salonê bûn û ji parêzeran re gotin  cih tuneye. Şandeya dadgehê îdianame qebûl kir, mirov dizane ku îdîaname bi dek û dolaban hatiye amadekirin. Îqtîdar dixwaze HDP'ê krimînalize bike, bi vê dozê HDP'ê mehkum bike, têkoşîna azadî, demokrasî û aştiyê mehkum bike. Lê em baş dizanin ku li vir hiqûq tuneye. Em li hemberî civakê û gel berpirsin û em dizanin HDP mafdar e. Îro nebe dê sibêhê hemû rastî derkevin holê."    ‘Ne dozekî hiqûqî ye'    Tulay Hatîmogullari, destnîşan kir ku Danişîna Kobanê dişibe dadgehên engîzîsyonê û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Li vir heq û hiqûq tuneye. Hemû parêzaran negirtin hundur. Doz dozekî siyasî ye û ne dozekî hiqûqî ye. Em wê tiştî qebûl nakin û em dibêtin HDP nayê darizandin."   Parêzera Fîgenê Ezgî Gungordu di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser astengiyên ku derketine û wiha axivî: "Nêzî 100 hevalên me negirtin salonê. Di serî de me bi serokê şandeya dadgehê re hevdîtin pêk anîbû û ji me re gotibûn tu astengî dê dernekeve. Lê mixabin 100 hevalên me yên parêzer li derve man û me îtîrazên xwe kir. Lê dadgeh beyî îtîraza me dest bi tespîta nasnameyan kir. Li gorî hiqûqê beyî parêzer nikarin testpîta nasnameyê bikin. Em ji li dijî vê yekê derketin û me salon terk kir. Dadger bi israr ji bo hatina parêzeran astengî nîne digot. Piştî ku hat diyar kirin ku dengê mikrofona Fîgen Yuksekdag hatiye girtin em ketin hûndur. Heman tişt carek din pêk hat.    'Dadger û dozger taybet hatine bijartin'    Gulîstan Kiliç Koçyîgît jî da zanîn ku îdîaname ji dereweke mezin pêk tê û wiha got: "Piştî 6 salan bê delîl îdîanameyek hatiye amadekirin. Her wiha Hevserokên Giştî yên Partiya me xwestin daxuyaniyek bidin lê hatin astengkirin. Îqtîdar dixwaze heqîqetê ji raya giştî veşere. Bi taybetî dixwazin me bêdeng bikin. Di danişînê de darizandinek nî. Tenê armanc tasfiyekirina HDP'ê ye. Bi derew û dek û dolaban îdîanameyek hatiye amadekirin. Ev pêvajoyeke antîdemokratîk e. Em dizanin ku şandeya dadgehê taybet hatiye bijartin. Dadger û dozger li qesrê hevdîtin pêk anîne û xwe li hemberî qesrê berpirs dibînin."   'Em nabin lîstîvanên şanoya AKP'ê'   Gulîstan, di axaftina xwe de bal kişand ser nêzikatiya medyaya alîgir û wiha mijar şîrove kir: "Em îro li vir ne ji bo darizandinê em jî bo bidarizinin hatin. Hevalên me dê rabin û parastineke dîrokî bikin. Lê parastin ne bi şexsî ye. Dê zirara ku AKP’ê ya ku dayî Tirkiyeyê dê bê gotin. Bêhiqûqî û neheqî dê bê vegotin. Lê ev tişt bi dek û dolaban hatin astengkirin. Rojnameger hatin astengkirin, nehiştin hevserokên mê yên giştî daxuyaniyê bidin. Em nabin lîstîvanên şanoya AKP'ê. Ji bo girtina me hincetek digerin. Lê em ê li hemberî dîrokê rol û mîsyona xwe bînin cih."    ‘Jin, kurd û dîroka têkoşîna me tê darizandin'    Dîlan Dîrayet Taşdemîr jî destnîşan kir ku her tişt berê hatiye organîzekirin û wiha bi lêv kir: "Hemû detayên dozê demên borî hatine nîqaşkirin. Di çarçoveya konseptê de tên meşadin. Dereweke mezin li ber me ye. Ji bo civak ji vê derewan bawer bike her tiştî dikin. Parêzerên diyanetê, nûnerên saziyên wekî goşt û masiyan anîn salonê. Em dizanin ku şandeya dadgehê ji hêla kî ve hatine tayînkirin. Em tu carî bawer nakin ku ev dadgeh bêalî be. Dadgeha ku talîmat girtiye danişînê didomîne. etti. Seneryoya şanoyê û lîstîkvan diyar in. Em dizanin ku darizandineke ne hiqûqî ye. Hevalên me hêzek mezin dide me. Sekna Fîgen û Sebahatê û xweanîna ziman tê wateya pêkanîna rol û mîsyona xwe ya dîrokê. Ne kes û ne jî çalakî tên darizandin. Li vir daxwaza gel, daxwaza Gelê Kurd û Hêzên demokrasiyê tên darizandin. Kesên ku tên darizandin jin, kurd û dîroka têkoşîna me ye."