Berteka welatiyan a li dijî aşiyê: Rayedar pêşniyaran piştguh dike 2021-04-27 09:04:43   Oznur Deger   EQERE - Vîrûsa korona her diçe zêde dibe û welatiyan diyar kirin ku xebatê aşiyê qelsin. Welatiyan her wiha destnîşan kirin ku hem xebatên aşiyê qelsin û hem jî baş nayê bi rêvebirin.   Cîhan û welatê me ev salek zêde ye li dijî covîd-19 têdikoşe û li welat jî rewş her diçe xeter dibe. Hejmara kesên bi vîrûsê dikevin roj bi roj zêdetir dibin û hejmara rojane ya derbasî qeydan dibe jî di ser 54 hezarî de ye, hejmara kesên jiyana xwe ji dest didin jî di ser 350’yî de ye. Li gorî daneyên wezaretê li welat 20 û 910 hezar û 928 hezar kes hatine aşîkirin. Kesên doza yekem bûne 12 mîlyon û 962 hezar û 795 e, doza duyem jî 7 mîlyon û 948 hezar û 133 ye. Wezaretê daxuyakirin ku temenê kirina aşiyê daxistine 55’an û hefteya borî jî 150 hezar aşiyên ku şandibûn Lîbyayê rê li ber bertekan vekir. Welatiyên li Enqereyê bertek nîşanê rewşê dan û nêrînên xwe anîn ziman.   ‘Em ewil xwe piştre Lîbyayê bifikirin’   Ayşe Altaş ya di ser temenê 65’î de ye û ji ber nexweşiya pençeşêrê tê dermankirin û got: “Ez du dozên aşiyê bûm. Di randevuyan de pirsgirêk nehat jiyîn. Bi hêsanî aşî bûm. Lê berteka min li dijî aşiyên ku şandine Lîbyayê. Bila ewil gelê me aşî bibe piştre em Lîbya û yên din bifikirin. Ev pêkanînek şaş bû. Ez dixwazin zarok ciwan her kes aşî bibin. Evqas kesên ku divê aşî bibin hene lê ew dişînin welatên din.”   ‘Mantika şandina aşiyê tune’   Anur Arican ya di ser temenê 65’î de ye da zanîn her du dozên aşiyê jî bûye û ev bertek nîşan da: “Xebatên aşiyê qelsin. Ev qeslî ji ber aciziyeta hikûmetê pêk tê. Ji bo welatiyên me hîna ji sedî 8 aşî nehatiye kirin. Şandina aşiyan ya ji bo Lîbyayê tu mantiqa wê tune.”   ‘Rêveberiyeke ku pêşniyaran piştguh dike heye’   Nurten Çavuş ku di ser temenê 60’î de ye jî wiha anî ziman: “Ez doza yekem bûm û ya duyem jî ev meheke ez di dora randevuyê de me. Ji bo 27’ê Gulanê de aşî bibim ezê randevuyê bigirim. Dema ez aşî bûm rewş xeter bû. Navber tunebû. Mirov kiribûn qadek biçûk. Ez li Nexweşxaneya Numune ya Enqereyê aşî bûm. Xebatên aşiyê qet ne hîjyen bûn. Divê ewil xebat, kesên li derve bihatana aşî kirin. Kesên di ser temenê 65’î de ji xwe li hundirin. Li malê bavê min yê 90 salî keça min y a17 salî heye. Divê her du jî piştgiriyê bigirin. Ev saleke di hundir de ne. Lijneya Zanistê heye, lê rêveberiyeke ku pêşniyaran li ber çavan nagire heye. Kongre tên kirin. Ew bi vîrûsê nakevin lê gel bi vîrûsê dikeve.”   ‘Divê hejmara aşiyê ji hejmara nexweşan zêdetir bûna’   Ergul Şîmşek jî destnîşan kir ku 53 saliye wiha axivî: “Divê demildest her kes aşî bibe. Hejmara kesên aşî bûye nîvê nîfusê jî tune. Ez dixwazim ku hejmara aşiyan ji hejmara nexweşan zêdetir be.”   ‘Divê rayedar bibin xwedî hişmendî’   Kiymet Karataş wiha behsa rewşa xwe kir: “Ez nexweşa kronîk im. Tevî ku aşî ji bo me hebû ez nikarim randevuyê bigirim. Hincetên cuda didin berme û em nikarin aşî bibin. Polîtîkaya tê meşandin şaşe. Divê her kes bibe xwedî hişmendî. Divê rayedar bibin xwedî hişmendî. Aşiyên şandine ji Lîbyayê re divê li welatiyan bihata kirin. Li welat mirin her diçin zêde dibin.”   ‘Rêjeya aşiyê kêm e’   Jina bi navê Buket ku nexwest paşnavê xwe bide balkişand ser ew ne di asta pêş a aşîkirinê de ne lê divê yên di asta pêş de hemû bên aşîkirin û got: “Xebatên aşiyê bi lez û bez nayên kirin. Hat gotin ku 20 mîlyon kes aşî bûne. Lê nifûs di ser 80 mîlyonî de ye. Rêjeya aşiyê pir kêm e.”   Jina bi navê Esra jî ku wê jî paşnavê xwe neda wiha got: “Ji bo aştiyê ez jî li bendê koma temenê xwe me. Dibêjin aşî tune ne. Ez vê rexne dikim. Xebatên aşiyê gelek qels in. Divê ewil welatiyên xwe aşî bikin. Divê her kes demildest aşî bibe.”