Ev 16 roj in 7 cenaze di morgê de tên sekinandin 2021-04-26 14:57:20     ŞIRNEX - Ev 16 roj in 7 cenazeyên HPG'yîyên di şer de jiyana xwe ji dest dabûn li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tên sekinandin.    Cenazeyê 7 HPG'yî yên di 11 Adarê de, li herêma Bestayê ya di navbera Sêrtê û Şirnexê di şer de jiyana xwe ji dest dabûn, li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê ev 16 roj in tên sekinandin. Hat diyarkirin ku ji 7 cenazeyan 6 jê yên aîdî gerilayên YJA-STAR'ê ne.   Ji 8 cenazeyan ê Zeynep Dayan di 12'ê Nîsanê de radestî malbata wê hatibû kirin.    Malbatên ku ji bo teşhîskirina cenazeyên zarokên xwe tên Şirnexê bi astengiyên polîsan re rûbirû ne. Malbata Firat Şîşman ê HPG'yî yê ku di nexweşxaneyê de tê sekinandin, 3 car in ji bo cenazeyê zarokê xwe bistînin tê Şirnexê, lê tevî hemû hewledanên malbatê jî cenaze nayê radestkirin.     Li aliyê din, malbatan, diyar kirin ku ji ber ku cenaze şewitîne ew nikarin zarokên xwe teşhîs bikin.