HDP: Em ê vê dozê bikin doza parastina demokrasî û civakê 2021-04-26 13:12:33     AMED - Rêxistina HDP’ê yê Amedê têkildarî doza Kobanê de daxuyanîyek da. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku doza Kobanê bi talîmatan hatiye amade kirin û dozek bi sîyasî ye. Her wiha hate diyar kirin ku ew ê vê dozê bikin doza parastina demokrasi û civakê.   Li gelek bajarên herêmê û bajarên Tirkiyeyê têkildarî "Doza Kobanê" ya ku 28 jê girtî 108 kes lê tên darizandin daxuyaniyek hevpar hatin dayîn. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê jî daxuyaniyek da çapemeniyê. Beriya daxuyaniyê de dora navçeya Yenîşehîrê hat dorpêçkirin. Daxuyanî ji hêla Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Bajêr Zeyyat Ceylan ve hat xwendin.   ‘Doza Kobanê bi talîmatên siyasî hat amadekirin’   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Ev doza ku dixwaze civakê dîl bigire û demokrasiyê bifetisîne, nîşan dide ku zihniyeta DAIŞ'ê dewam dike. Wê rojê hemû gelên cîhanê û Tirkiyeyê ji bo Kobanê çawa li dijî zihniyeta DAIŞ’ê bibûn yek, dengê xwe bilind kirin û piştevaniya hev kirin, îro jî heman piştevaniyê dê nîşan bidin û ew ê vê dozê xirab bikin. Divê baş bê zanîn ku tu kes nikare heqîqetê bifetisîne. Piştgirî û piştevaniya hêzên demokrasiyê dê van hesaban xirab bike. Armanca vê doza bi fen û fût ew e ku siyaseta demokratîk bi temamî berdest bike û HDP’ê tasfîye bike. 6 sal piştî protestoyan doz hat vekirin û ev yek jî heqîqetê derdixe holê. Desthilatdariya AKP-MHP’ê îro li her qadê êrişî kurdan û hêzên demokrasiyê dike, di ser van êrişan re hewl dide ku ji krîzên ekonomîk, civakî û siyasî xelas bibe.”   Dixwazin ku rê li ber têkoşîna jinan bigirin   Hemû nişane û belge nîşan dide ku doza kobanê dozekî siyasî ye. Ew kesên ku ji ber neketina Kobanê xemgîn dibûn îro dixwazin tola wan rojan bistînin. Ev doza li ser komployan ava bûyî li hember gel û têkoşîna demokrasiyê hatiye vekirin. Ev doza seranser ji komplo û dek û dolaban pêk hatî li hember hêzên demokratîk û Gelê Kurd hatiye vekirin. Armanca vê dozê ew e ku muxalefetê bêdeng bike û her kesê ku dengê xwe derdixe, mafê xwe yê demokratîk ên wekî meş li gor makezagonê bi kar tîne û van mafan diparêze tawanbar bike. Her wiha bi vê dozê dixwazin ku rê li ber têkoşîna jinan bigirin, wan asteng bikin ku jin nikaribin di HDP’ê de cih bigirin. Di vê dozê de ku li dijî têkoşîna jinan, demokrasî, wekhevî û azadiyê ya HDP’ê hatiye vekirin yê ku dê bê darizandin, desthilata AKP û MHP’ê ye.”   Em ê vê dozê bikin doza parastina demokrasî û civakê   Hikûmeta AKP û MHP’ê hewl dide ku bi rêya doza Kobanê siyaseta demokratîk bixeniqîne, li aliyê din jî hewl dide ku bi operasyonên derveyî sînor siyaseta xwe ya dagirkirinê berfireh bike. Em hemû êrişên li dijî destkeftiyên Gelê Kurd şermezar dikin. Polîtîkayên xwe yên dagirkirin û berfirehkirinê yên ku bi berxwedana Kurdan û dostên wan li Kobanê têkçuyî  îro dixwazin li xaka Hikûmeta Herêma Kurdistanê biqedînin. Ev zihniyeta ku dixwaze vîna Gelê Kurd teslîm bigire û wan ji holê rake, li her qadan êrişên xwe zêde dike û hewl dide têkoşîna azadî û wekheviyê bifetisîne. Em, piştgirî û piştevaniya xwe xurt bikin û dek û dolabên Doza Kobaniyê bi hevdu re pûç bikin û vê dozê bikin doza parastina demokrasî û civakê. Em li hemberî polîtîkayên şer û pevçûnê dengê xwe bilind bikin. Di vê doza dîrokî de, em bangî raya giştî ya demokratîk, sazî û dezgehên civaka sivîl dikin ku werin em bi hev re li dijî vê pergala vir û derew û kûmpasê, têkoşîna xwe bilind bikin.”