'Em ê li hemberî polîtîkayên şer dengê xwe bilind bikin' 2021-04-26 12:55:42     MÊRDÎN - Têkildarî daneşîna doza Kobanê ya ku îro tê dîtin HDP'ê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin em ê vê dozê bikin doza piştevaniya demokrasiyê.    Yekemîn danişîna Doza Kobanê ya Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê  Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demirtaş jî di nav de 28 jê girtî 108 siyasetmedarên kurd tên darizandin, îro li 22'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ya li salona Kampusa Girtîgeha Sîncanê tê dîtin. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê li ber deriyê avahiya xwe ya bajêr têkildarê dozê daxuyanî da. Rêxistina HDP'ê Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Dayikên Aşitiyê beşdarî daxuyaniyê bûn. Metna daxuyaniyê ji aliyê Hevserokê HDP'ê ya Mêrdînê Salîh Kuday ve hat xwendin.    Metna daxuyaniyê wiha ye:    "Doza Kobanê ya ku îro li Enqereyê dest pê kir, dozeke siyasî ye ku li odeyên tarî ji aliyê AKP-MHP’ê ve hatiye amadekirin û li ser civakê tê ferzkirin. Doza Kobanê ku ji serî heta dawiyê bi derew û buxtanan tijî ye, dozeke dek û dolaban e ku bi talîmatên siyasî hatiye amadekirin. Ev doza ku dixwaze civakê dîl bigire û demokrasiyê bifetisîne, nîşan dide ku zihniyeta DAIŞ'ê dewam dike. Wê rojê hemû gelên cîhanê û Tirkiyeyê ji bo Kobaniyê çawa li dijî zihniyeta DAIŞ’ê bûbin yek, dengê xwe bilind kiribin û piştevaniya hev kiribin, îro jî heman piştevaniyê dê nîşan bidin û ew ê vê dozê xera bikin. Divê baş bê zanîn ku tu kes nikare heqîqetê bifetisîne. Piştgirî û piştevaniya hêzên demokrasiyê dê van hesaban xera bike.   Em ê dozê bi hev re pûç bikin   Em, piştgirî û piştevaniya xwe xurt bikin û dek û dolabên doza Kobanê bi hevdu re pûç bikin û vê dozê bikin doza parastina demokrasî û civakê. Em li hemberî polîtîkayên şer û pevçûnê dengê xwe bilind bikin. Di vê doza dîrokî de, em bang raya giştî ya demokratîk, sazî û dezgehên civaka sivîl dikin ku werin em bi hev re li dijî vê pergala vir û derew û kûmpasê, têkoşîna xwe mezin bikin."