‘Ji tiştên biqewime em hemû berpirsin’ 2021-04-26 09:03:26   COLEMÊRG - Hevseroka HDP’a Colemêrgê Humeyra Armut der barê grevên birçîbûnê yên girtiyan daye destpêkirin de axivî û got: “Bicihanîna daxwazan ne tenê ji bo wan ji bo civakek demokratîk pêwiste.”   Greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger ku bi armanca tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin di 27’ê Mijdarê de li girtîgehan dest pê kir  di roja 149’emîn de didome. Hevseroka Partiya Demokratîka  Gelan (HDP) ya Colemêrgê Humeyra Armut der barê tecrîd û grevan de axivî.   ‘Girtiyên nexweş yên giran hene’   Humeyrayê destnîşan kir ku yekane daxwaza girtiyan ev e ku zextên li ser civakê bên rakirin û  ev tişt anî ziman: “Grevên hatine destpêkirin di serî de ji bo zextên li girtîgehan û zextên li ser hemû civakê bê rakirinê, hatine destpêkirin. Ev me dike fikaran îro hevalên me di rewşa pandemiê de ketine grevê. Lê girtiyên nexweş yên pirsgirêkên cidî dijîn, hene.”   ‘Girtî di bin rîskê de ne’   Humeyrayê daxuyakirin ku divê dengê girtiyan û girtiyên di greva birçîbunê de bê bihistin û ev tişt anî ziman: “Divê demildest daxwazên girtiyan bên cih. Îro ji her tiştê ku li girtîgehan biqewime em berpirsin. Mafên girtiyan heye û nayê dayîn. Ne tenê ji bo girtiyan ji bo avabûna civakek demokratîk ev pêwist e. Gelek girtiyên nexweş di bin rîskê de ne. Bi pandemiyê re ev girantir bû.”   ‘Li her derê zext tên kirin’   Humeyrayê destnîşan kir ku di vê girtiyên nexweş bihatana berdan û wiha pê de çû: “Di pêvajoya pandemiyê de û her wiha bi grevan re xeterî hîn bêtir giran bûye û mirovan dike fikarê. Li gor mafê mirovan divê hemû daxwaz bên cih. Ev jî nîşan dide ku welat çiqa dijdemokratîke.”   ‘Divê demildest daxwaz bên cih’   Humeyrayê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Divê pêvajoya pandemiyê de grevên birçîbûnê bi rastî jî fikaran zêde dike. Rewşa girtiyan bi taybet jî yên nexweş girane. Li girtîgehan di koxuşekê de 30 kes dimînin û tedbîr nayên girtin. Girtî di şertên giran de dijîn. Daxwaza me ev e ku em deng bidin dengê wan. Divê ji bo wan pêngavên pêwist bên avêtin. Divê hemû şert li ber çavan bê girtin û daxwaz bên cih.”