‘Jin li dijî xizaniyê têkoşîna jiyanê didin’ 2021-04-26 09:02:09   ÎZMÎR - Jinên HDP’ê derbarê kampanya "Ji xizaniya jinê re na" axivîn û xebatên sê rojan yên li Egeyê hatine meşandin nirxandin. Jinên HDP’ê wiha gotin: “Betalî zêde bûye. Jin di vê hawirê de neçarin bixebitin. Di heman demê de li malê jî pirsgirêk hene. Barê malê li ser wan e. Di vê xizaniyê de jî têkoşîna jiyanê didin.”   Meclîsa Jinan a HDP’ê di 10’ê Sibatê de kampanya "Ji bo jinan edelet" deklere kir û bi şîara "Ji xizaniya jinê re na" lingê duyem li herêma Egeyê di 12’yê nîsanê de da destpêkirin. Jinên HDP’ê xebatên kampanya "Ji xizaniya jinê re na" ya li Egeyê hatiye destpêkirin nirxandin.   Endama Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Berna Çelîk got ji ber rolên zayenda civakî xizaniya jinê ji xwe hebûye û bi pandemiyê re zêde bûye û ev tişt vgot: “Jin neçar hatine hiştin ku di karên bê ewle de bixebitin. Dijminahiya li hember jinê her carê  girantir dibe. Karên tênkirin cuda bin jî ked nayê dîtin. Di bin mahkumkirina jinê de polîtîtîkayên zihniyeta serdest ya mêr heye.”    ‘Em ê bi jinan re bên gel hev’   Bernayê destnîşan kir ku jin li dijî polîtîkayên dijminê jinê dixwazin di şertên mirovahî de bijîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji bo vê jî Meclîsa Jinan a HDP’ê wê xebatên xwe bidomînin. Pêvajoya 20 salên dawî bi pandemiyê re hîn bêtir giran bûn.  Xebat li wê bi heman awayî li Marmara, Anatolya Navîn, Behra Reş, Amed, Serhet û Çukurovayê bidomin. Em ê bi qadên cuda bi jinan re bên gel hev.”   ‘Yên neçar dimînin birçî razên hene’   Endama Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Îzmîrê Ayşe Ozdamar jî destnîşan kir ku li Îzmîrê di çarçoveya serdanan de bi jinên muzîkjen re hatine gel hev û pisgirêkên wan yên di pêvajoya pandemiyê de guhdar kirine. Ayşeyê ev tişt vegot: “Piştre em bi jinên li atolyeyan bê sîgorte dixebitin re hatin gel hev. Me dît ku jinên Romen tu pişgirî û xizmetê nagirin. Roja duyem em bi jinên seyarfiroş re hatin gel hev. Diyar kirin ku di pandemiyê de pere qezenc nekirine û ji ber vê jî neçar dimînin birçî razên. Li Kadîfekaleyê em bi jinên ku mîdyeyan çêdikin re hatin gel hev. Em herî dawî bi saziyên jinan re hatin gel hev. Ev pirsgirêk di esasê de bi salane didomin. lê bi pandemiyê re giran bûne. Romen îro cuda û biçûk nehatine dîtin. Ev rewş bi salane heye. Mobîng û tacîza li ser hember muzîkjenan bi salane heye. Lê mixabin pandemiyê ev hîn bêtir giran kir. Faşîzma AKP-MHP’ê ev pêvajo ji xwe re kir derfet û terza jiyana xwe li wan ferz kir. Di çavkaniya pirsgirêkan de jî pergal heye. Ev pergal nirxê nade kedê. Betaliyek mezin heye. Di vê betaliyê de jî neçarin bixebitin. Zarokên wan hene, malê wan hene. Bar li ser wan e. Di xizaniyê de yên herî zêde têdikoşin jin in.”   ‘Jin li bendê çareseriyê ne’   Endama Meclîsa Jinan a HDP’a Îzmîrê Funda Akbulut jî daxuyakirin ku ew hewl didin ku di vê xizaniya ku kûr bûye de dengê jinan bidin bihistin. Fundayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gel ji hatina parlamenteran û kirina sohbeta bi wan re kêfxweş bû. Jinan ev gotin: Di hilbijartinan de tên, lê ne ji bo guhdarkirina pirsgirêkan. Me jî got em ji bo hilbijartinê nehatine, em hatine ku dengê we bidin bihistin. Jinan derdên xwe ji bo ku bê çareserkirin vegotin. Parlamenter wê ji bo vê pêşnûmepirsan bidin meclîsê. Parlamenterên me gotin ku wê li kursiya meclîsê van pisgirêkan bînin ziman. Pêşnûme dan meclîsê lê AKP û MHP red kir. gelo em ê bisekinin. Na. Em ê di her şertî de têkoşîna xwe, xebata xwe bidomînin. Hemû kesên rastî newekheviyê tên xizaniyê ji kûrahî hîs dikin.”