ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2021'Ê 2021-04-26 09:00:00   *Yek ji sê parêzerên jin ên ji bo endamtiya Lijneya Rêveberiya ku di Lijneya Giştî ya Asayî ya 47’emîn a Baroya Amedê hat hilbijartin Hatîce Demîr wiha got: “Ez bi hêz û piştgiriya ji têkoşîna jinê girtiye hatim hilbijartin. Heta ku nûneriya wekhev pêk bê wê têkoşîne me bidome.” DÎMEN HEYE   *Parlamentera HDP'ê Feleknas Ûca ya ku hevdîtina CTP'yê nirxand wiha got:"Ew ê têkiliya me ya CPT'yê re bi hêz bibe. Em ê hevdîtinên xwe bidomînin. Hevdîtin girîng bû û di pêvajoyeke girîng pêk hat. Me daxwazên xwe, daxwazên malbat û parêzeran ragihand. Em hêvî dikin gav bên avêtin." DÎMEN HEYE    *Jinên HDP’ê derbarê kampanya "Ji xizaniya jinê re na" axivîn û xebatên sê rojan yên li Egeyê hatine meşandin nirxandin. Jinên HDP’ê wiha gotin: “Betalî zêde bûye. Jin di vê hawirê de neçarin bixebitin. Di heman demê de li malê jî pirsgirêk hene. Barê malê li ser wan e. Di vê xizaniyê de jî têkoşîna jiyanê didin.” BI DÎMEN    *Hevseroka HDP’a Colemêrgê Humeyra Armut der barê grevên birçîbûnê yên girtiyan daye destpêkirin de axivî û got: “Bicihanîna daxwazan ne tenê ji bo wan ji bo civakek demokratîk pêwiste.” BI DÎMEN   *Têkildarî doza Kobanê wê rêxistina HDP'ê ya navçe û bajêr li ber deriyê avahiya HDP'ê ya bajêr daxuyaniyê bide. (12.30)