Di mala hat şewitandin de jinek qetilkirî hat dîtin 2021-04-25 14:59:16     KIRIKKALE - M.Donmez ê ku Koçer Donmez a pê re hatibû zewicandin bi kêrê qetil kir û piştre agir berda malê.    Li Taxa Bahçelievler a Kirikkaleyê M.Donmez jina pê re hat zewicandin Koçer Donmez bi kêrê qetil kir. Bersûc piştre agir bera malê û wesayita xwe da. Li ser agahdarkirina kesên li derdorê tîmên agirkujê û polîs hatin cihê bûyerê. Bersûc bi tîmên agirkujê re ket nav hewldana vemirandina wesayita xwe ya dişewite. Bersûc piştî çû qereqolê diyar kir ku Koçer Donmez di mala şewitî de maye. Polîs û tendirustvan ên ku ketin hundir diyar kirin ku Koçer Donmez bi kêrê hatiye qetilkirin.    Cenazeyê jina ku hat qetilkirin rakirin morga nexweşxaneyê û bersûc jî di lêpirsînê de li sûcê xwe mukur hat.