Li Mexmûrê starta name nivîsandinê hate dayîn 2021-04-25 13:35:18     MEXMÛR - Li wargeha Mexmûr a penaberan  ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan starda name nivîsandinê hate dayîn.   Li wargeha Penaberan a Şehîd Rustam Cudî (Mexmûr) ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan starda name nivîsandinê hate dayîn.   Di daxuyaniya hat dayîn de li ser navê şêniyên wargehê endama koordînasyona meclîsa îştar Nuray Sezgîn ji bo destpêkirina nivîsandina nameyan axivî û got: “Weke tê zanîn di 12 Îlonê de ji bo Azadiya Rêber Apo pêngava, ‘Dem dema azadiyê ye’ hate destpêkirin. Aramanca vê hemlêyê jî ji faşîzmê, qirkirin, kuştin, destdirêjî û kuştina jinan re na ye. Girêdayî vê pêngavê jî weke wargeha Mexmûrê me jî gelek çalakî li darxistin, yek ji van çalakiyan jî çalakiya greva birçîbûnê ye, ev çalakî bi biryardarî didome. Bi vê pêngavê re girêdayî em weke şêniyên wargehê dest bi nivîsandina nameyan dikin, ji bo azadiya Rêber Apo. Emê van nameyan ji Konseya Neteweyên Yekbûyî re bişînin. Êdî dem dema azadiya fizikî ya Rêber APO ye. Em dizanin Neteweyên Yekbûyî berpirsyarê tevahî penaberan e, cardin gelek caraN ji bo azadiya Nelson Mandela jî navbertî kiriye. Em hêvî dikin ku Konseya Neteweyên Yekbûyî bi erka xwe rabe û berpirsiyartiya xwe bîne cih. Ji bo ku aramî, aşitî, jiyanek wekhev, yekitiya gelan, ol, bawerî û azadiya jin û civakan di Rojhilata Navîn de serwer bibe pêwîste Rêber Apo azad bibe. Mifta çareseriyê di destê Rêber Apo de ye. Weke wargeh em xwe ji bo pêvajoyê aktorê sereke dibînin. Em di wê baweriyê de ne ku em ê bi ser bikevin.”   Daxuyanî bi dirûşmên “Bijî Rêber Apo”, “Bê serok jiyan nabe” bi dawî bû.