Li Mexmurê çalakiya gireva birçîbûnê koma 65'emîn dewir girt 2021-04-25 11:03:42     MEXMUR - Li wargeha Penaberan a Mexmûrê gireva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclisa Îştar ji bo tevlîbuna pêngava ‘Dem Dema Azadiye’ hatî destpêkirin, koma 65’emin dewir girt.   Girtiyên zîndanên Tirkiyê û Herêmê di 27’ê Mijdara 2020’an de ji bo protestokirina şert û mercên xirap yên zîndanan, her wiha tecrîta girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ji bo tevlîbûna pêngava ‘Dem Dema Azadiye’  ku di heman çarçoveyê de hatibû destpêkirin dest bi gireva birçîbûnê kiribûn. Bi heman armancê li wargeha Şehîd Rustem Cudî (Mexmur) jî bi pêşengiya Meclisa Îştar li saziya malbatên Şehîdan di 18’ê Kanunê de dest bi gireva birçîbûnê hat kirin. gireva birçîbûnê îro koma 65’emin dewir girt.  Çalakî di roja 129'emîn de didome.    Merasîma dewirgirtina çalakiyê bi deqeyekê rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan hat dest pêkirin.    Li ser navê koma 64’emîn Ruheyîv Guvercin di serî de xêrhatina gel kir û wiha axivî: ‘’Pêngava Dem Dema Azadiya Rêber Apo ye ji bo me nirxekî pîroz û bi rûmet e. Ji ber ku rêber Apo buye sembola azadî û wekheviya cîhanê. Ger ku azadiya Rêber Apo pêkwere wê tevahî cîhan bibe xwedî misyonek azad û wekhev. Weke tê zanîn dijminê xwînxar û hov di vê remezana pîroz de êrişî çiyayên me û gelê me dike. Bi hemû hêza xwe êriş dibe ser qadên Metîna , Avaşîn û Zapê. Lê em dizanin wê weke her carê negihên armaca xwe. Ev pêvajo pêvajoyek gelek giring û bi nirx e. Pêwiste em baş bi kar bînin û xwedî lê derkevin. Weke wargeh bi salan e me li hember hemû êrişan li ber xwe daye û em ê li ber xwe bidin. Dubare em dibêjin heta em negihijin armanca xwe em dev ji tekoşîna xwe bernadin.’’   Merasîma dewirgirtinê bi dirûşemên "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana Gerîlla" bi dawî bu.