‘Ji mirina kedkarên perwerdeyê deshilatdarî berpirs e’ 2021-04-25 09:02:26     Sena Dolar   STENBOL - Di pêvajoya perwerdehiya rû bi rû de 31 karkerên perwerdehiyê ji ber Covîd-19’ê jiyana xwe ji dest dan. Sekretera Jinan a Şaxa Hejmar 7 a Egîtîm Senê Gamze Yildirim da zanîn ku ji ber testên bi rêk û pêk û aşî nehatiye kirin hîndekaran jiyana xwe ji dest dane û got: “Berpirsê mirinan desthilatdarî ye. Heta ku aşiya civakî neyê kirin divê navberê bidin perwerdeyê.”   Li Tirkiyeyê di 1’ê Adara 2021’ê de derbasî perwerdehiya rû bi rû bû. Tedbîrên li dibistanan hatin girtin jî ji rûpoş, dezenfektan û navberê wêdetir neçû. Ji ber ku beşeke mezin a civakê nehatibû aşîkirin û hema dibistan hatin vekirin, vîrus jî belav bû. Di pêvajoya perwerdehiya rû bi rû de 31 kedkarên perwerdehiyê ji ber vîrusê jiyana xwe ji dest dan. Piştî civîna kabîneyê ya 13’ê Nîsanê şûnde hat gotin ku wê Pola 8’an a dibistana navîn û pola 12’an a lîseyê rû bi rû perwerdeyê bibînin. Lê gelek mamosteyên ku perwerdeya rû bi rû didin hîna aşî nebûne.   Ji ber tedbîrên nehatine girtin, aşiyê nehatine û ji ber pêvajoya pandemiyê baş nayê birêvebirin her roj bi sedan kes jiyana xwe ji dest didin. Egîtîm Senê bi daneyên ku ji 38 bajarî hatiye, ‘Tabloya Tespîta Covîd-19’ ya navbera dîrokên 12-18’ê Nîsanê dihewîne weşand û diyar kir ku li gorî vê tabloyê hejmara mamosteyên pozîtîf û bi temas 783 ye û xwendekarên pozîtîf û bi temas jî 1. 367 e, hejmara personelan jî 131 e. Li aliyê din jî di navbera van dîrokên mijara gotinê ye de 7 kedkarî jiyana xwe ji det dan. Der barê mijarê de Sekretera Jinan a Hejmar 7 a Sendîkaya Kedkarên Zanist û Perwerdehiyê (Egîtîm-Sen) Gamze Yildirim axivî û da zanîn ku ji ber desthilatdariyê pêvajo baş nemeşandiye mirovan jiyana xwe ji dest daye.   ‘Ji bo perwerda rû bi rû tedbîr nehatin girtin’   Gamzeyê da zanîn ku ji gelek bajarên Tirkiyeyê li gorî agahiyên ji mamosteyan girtine, dane kom kirine û got ne tenê mamoste, bi xwendekar û xebatkaran re jî rêjeya vîrusê zêde bûye û wiha got: “Rewşeke wisa heye. Ji bo xwendekarên temenê biçûk test nayê kirin. Ji ber vê jî di perwerda rû bi rû de vîrus zêde bû. Sedema zêdebûna vîrusê jî ev e. Me wek Egîtîm Senê her tim got bila tedbîr bên girtin, wisa perwerde bê destpêkirin. Lê ne tedbîr hatin girtin ne jî aşî hatin kirin.”   ‘Pêvajo nehat birêvebirin û mirov mirin’   Gamzeyê her wiha destnîşan kir ku daneyên wezareta perwerde û wezareta tenduristiyê ne zelal in û li gorî daneyên wezaretê 27 hîndekarên perwerdê ji ber Covîdê jiyana xwe ji dest dane lê li gorî daneyên Egîtîm Senê jî 31 kesî jiyana xwe ji dest dane. Gamzeyê ev tişt anî ziman: “Gelo sedema mirina van kesan kî ne? Bêguman sûcdar yên ku pêvajo baş nemeşandine. Ger ku ev pêvajo baş bihata birêvebirin, bi daneyên şênber tev bigeriyana, dibe ku me jî bi çavkaniyên destê xwe pêvajo bi rê ve bibira. Kedkarên perwerdê û hemû pêkhateyên wê bi tu awayî ji tiştekî fêde negirtin. Tenê li gorî xwe tev geriyan. Pêvajo baş nehat meşandin û dawî li perwerda rû bi rû anîn. Divê di pêvajoya du hefteyên ku her kes li malê ye de divê mamoste teqez bên aşîkirin.”   ‘Divê di asta civakî de aşî bên kirin’   Gamzeyê ev tişt di berdewamiyê de anî ziman: “Xwendekarên perwerda rû bi rû dibînin divê serwîsên taybet ji bo wan bê tesîskirin. Divê test bi rêk û pêk ji bo mamoste û xwendekaran bên kirin. Dikaribû mamoste bihatana aşîkirin. Divê malbata xwendekaran jî bihata aşîkirin. Divê aşî di asta civakî de bên kirin. Ger ku normalbûn di alî xwe de nekiribana, ger ku bi baldarî tev bigeriyana, wê gel jî hîn bêtir baldar bûna. Lê yên zincîr xera kirine di rêveberiyê de ne. Divê aşî beriya dibistanan bê kirin. Gelek kedkarên perwerdê hîna aşî nebûne. Pêvajoya aşiyê pir hêdî bûye.”   ‘Ji bo gelek mamosteyî aşî derneket’   Gamzeyê her wiha destnîşan kir di nîvê şevekê de agahî girtine ku wê mamosteyên dibistana seretayî û mosteyên perwerda taybet bên aşîkirin û ev tişt anî ziman: “Ji bo mamosteyên rehber, mamosteyên bi pere, kesên di îdareyê de dixebitin û mamosteyên lîse û dibistana navîn aşî derneketiye. Qeyda aşiya wan tune. Dibistan tenê ji dibistana dayikê û seretayî pêk nayê. Divê her kesên li dibistanan bên aşîkirin. Dibistanên pîşeyî niha pêvajoyê didomîne. Gelo ev pêvajo wê çawa bimeşe. Ew bê aşî didomînin. Ger aşî nebin wê rîska mirinê jî bilind bibe. Daxwaza me ev e ku demildest aşî bên kirin. Wezareta perwerdê û wezareta tenduristiyê bi pêkhateyên dibistanê re, hevpar tev negeriyan. Civak tevlî vê pêvajoyê nehat kirin. Pirsgirêka esas jî ji vir dertê holê. Ger ku bi pêkhateyan re tev bigeriyana wê evqas mirin jî çênebûna.”