Di 1915’an de çi bû: Nifşekî mezin tune ye 2021-04-24 09:03:14   Marta Somek   NAVENDA NÛÇEYAN - Di ser Qirkirina Ermeniyan de 106 derbas bû. Siyasetmedara Ermenî Alîn Ozînîan, diyar kir ku Ermeniyan beriya qirkirinê têkoşîna ku li jiyanê bimînin didan. Rojnameger Lusyen Kopar jî balkişand ser polîtîkaya ‘parçe bike, tune bike’ û got: “Em ewil hatin parçekirin, lê em tune nebûn.”   Di ser Qirkirina Ermeniyan a 1915’an de 106 sal derbas bû. 106 sal berê îro pêvajo bi girtina 224 ermeniyên ronakbîr û şandina mirinê dest pê kir û bi sedhezaran kes hatin koçberkirin, mîlyonek û nîv jî bi awayekî sistematîk hatin qetilkirin. Koçberî, îstîsmara zayendî, ferzkirina mislimantiyê, desteserkirin û her cureyê zextê li Ermeniyan hat ferfzkirin. Ligel Ermeniyan Suryanî, Asurî, Pontos û Yahudî jî di Qirkirina 1915’an de hatin qetilkirin. Di roja me ya îro de jî polîtîkayên qirkirinê didomin.   Siyasetmedara Ermenî Alîn Ozînîan û edîtora Ermenkî ya Rojnameya Agosê Lusyen Kopar Qirkirina Ermeniyan nirxandin.   ‘Heta bê qebûlkirin wê êş her tim teze be’   Alîn Ozînîan diyar kir ku her çiqas sedsal ji ser komkujiyê derbas be jî komujî hîna di hişan de ye û got: “Hemû Ermenî vê dîrokê dizanin. Bi Ermeniyan re Suryanî, komunên cuda yên Xirîstiyan di vê dîrokê de rastî qirkirinê hatin. Ji mal, war, malbatên wan hatin qutkirin.”   ‘Em ji vê re dibêjin înkar’   Alînê ev tişt anî ziman: “Li Tirkiyeyê paşeroja bi sedsalan a Ermeniyan bi komkujiyê re hat piştguhkirin û ji dîroka wan hat qutkirin. Heta ev bi hewldana bila bê dîrok bê hiştin hat berdewamkirin. Bi taybet di du sê mehên dawî de gelek dêr dan ber firotinê, hatin hilweşandin, êrîşên nefretê yên li hember Ermeniyan zêde bûn. Ji ber ku sûcê qirkirinê nayê qebûlkirin jî hem tê înkarkirin hem jî ser wan tê veşartin.”   Qirkirina çandî ya duyem   Alînê ev tişt anî ziman: “Îro mîrateya aborî û çandî ya ji Ermeniyan maye hewl didin tune bikin. Hewl didin ku şopên çand û jiyana Ermeniyan tune bikin. Ev jî qirkirina çandî ya duyem e. Dêran a difroşin an jî wek depoya muhîmat, salona sînemayê, pirtûkan an jî wek axur tên bikaranîn. Li hember Ermenî û êşa wan rêzdarî nayê nîşandan. Li Tirkiyeyê Ermenî zimanê xwe diaxivin û didomînin. Ev teşeyê berxwedanê ye. Hemû zor û zehmetiyan didin ber çavan û navên Ermenî li zarokên xwe dikin, ev jî teşeyekî berxwedanê ye. Di vî alî de mixabin Ermeniyên li Tirkiyeyê ji berxwedaneke çalak a siyasî wêdetir berxwedanek pasîf hilbijartine. Gelek sedemên vê hene. Polîtîkayeke zextê ya bi sedsalan didome heye. Ev 10 sale jî polîtîkayeke dewletê ya çavsor û tund bûye heye.”   ‘Têkoşîna ewil a piştî qirkirinê, têkoşîna jiyanê bû’   Alînê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hemû Ermeniyên cîhanê dizanin ku 1915 qirkirin e. Vê neynin ziman jî qebûl dikin ku qirkirin e. Têkoşîna ewil a Ermeniyan ya piştî qirkirinê têkoşîna jiyanê bû. Piştî qirkirinê yên sax man koçî deverên cuda yên cîhanê kirin. Bang, têkoşîn û meşên xwe yên girseyî di 1965’an de kirin. Ji 1965’an şûnde berxwedanek polîtîk a mezin jî dest pê kir. Qirkirin ji cîhanê re vegotin û di mijara ku wek qirkirin bê qebûlkirin de jî bi ser ketin. Gelek welatên cîhanê Qirkirina Ermeniyan dizanin. Gumanbarên wan şermezar dikin.”   Dijminahiya ku naqede   Alînê balkişand ser nêzîkatiya Tirkiyeyê ya li hember Ermenîstanê jî û wiha pê de çû: “Di şerê dawî yê Qerebaxê de Tirkiye 30 sale piştgiriyê dide Azerbaycanê û ligel wan cih digire, tevlî şer dibe û organîze dike. Bûyerên sed sal berê hatin bibîrxistin. Ew dijminahiya ku bi dawî nabe, ji ber dema ku feraseta ji bo wan bûye tehdîd carek din hatiye hember wan. 10 sal berê ji bo pirsgirêkên Tirkiye û Ermenîstanê bê çareserkirin pêvajoyek normalbûnê hat destpêkirin. Kesî qirkirin ji bîr nekiriye. Piştî psîkolojiya giran a piştî şer, hinek aliyên Ermenî ku ji siyasetê fêm dikirin, dizanin ku girtina sînorên di navbera du welatan de ne rewşek normal e. Em dibînin ku girtina sînor ne pratîkek her tim tê kirin.”   Mînaka zindî ya polîtîka ‘muslimankirinê ye’   Edîtora Rojnameya Agosê ya Ermenî Lusyen Kopar jî da zanîn ku ev sed sal in bandora komkujiyê li ser malbatê heye û wiha got: “Beşek malbata min wek Ermeniyên misliman û beşek jî ermeniyên xiristiyan jiyana xwe didomînin. Malbata min bi dizî tên gel hev û hesreta xwe ji holê radikin. 6 xwişk û birayên bapîra min hebûn sê heb musliman sê heb jî xiristiyan bûn. Neçûn cenazeyên hev jî. Ji ber me nedixwest ku kes bizane koka me Ermenî ye em xiristiyan in.”   ‘Nifşekî mezin a malbata min tune ye’   Lusyenê daxuyakirin ku hîna di genetîkan de travmayan dijîn û vê jî wek ‘nexweşiya ermenî’ ya bi wan ve zeliqiye vedibêje. Lusyenê wiha berdewam kir: “Tiştên ku kal û pîrên me jiyan hîna jî di genên me de hene. Hem alî bavê min hem alî dayika min, nifşrekî mezin li holê tune ye. Kes mezinên xwe nikarin vebêjin. Tenê bi tiştên ku bihîstine dijîn.”   ‘Tune nekirin’   Lusyenê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelê Ermenî piştî qirkirinê bi awayekî herî giran rastî polîtîkayên Tirkirin, mislimankirin, koçberiyê û tunekirinê hatin. Lê Ermenî nehatin tunekirin. Di polîtîkaya vî welatî de ‘parçe bike, tune bike’ heye. Her tim ewil em hatin parçekirin, wisa di carekê de jî nehat parçekirin. Em hatin koçberkirin. Em ji warê xwe bûn. Lê em dîsa jî tune nebûn. Li Anatolyayê dêr û dibistan nemane. Ji bo em hebûna xwe biparêzin, em bi zimanê xwe perwerdeyê bibînin, em neçar man koç bikin. Em hewl didin bijîn. Yên ji Tirkiyeyê hez kirin man, yên din çûn cihên din. Rewşebîrên Ermenî niha gelek kêm in. Nifşeke ku ditirse nêrînên xwe bînin ziman heye. Ev travma ye. Ermenî bêdeng hewl didin zimanê xwe bidin jiyîn. Yên diaxivin jî bi tirs û fikar dijîn. Dêrên Ermenîyan tên hilweşandin û dibêjin kevirên wan saxlem in xaniyan çêdikin.”   Hawirek aştiyane   Lusyenê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku ew her tim jiyanek aştiyane û azadîxwaz xeyal dikin û ev bang li kesên koçber bûne kir: “Ligel dêra li Qeyseriyê dibistanek me hebûya, belkî wê 5 malbat vegeriyabana. Cihên bixwînin tune, derfetên ku zimanê xwe fêr bibin tune. Li Anatolyayê hema hema li her derê dibistan, dêr hebûn. Ger ew niha hebûna wê evqas koçberî tunebûna.”