Ji bo zimanê kurdî bi tena serê xwe 6 hezar îmze kom kir 2021-04-24 09:01:11   Derya Ren   RIHA - Di çarçoveya kampanyaya îmzeyan a ku Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî bi armanca Kurdî bibe zimanê fermî dabû destpêkirin de, bi tena serê xwe 6 hezar îmze hat komkirin.  Têkildarî mijarê Aynur Gezor got: “Bila her kes li dijî polîtîkayên pergalê, bi Kurdî biaxive.”   Ji aliyê Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî di 21’ê Sibatê de Komîsyona ziman hat avakirin û bi armanca zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê û fermî bibe di 22’yê Sibatê de kampanya îmzeyan da destpêkirin. Li seranserê welat heta niha bi hezaran îmze hatin komkirin û heta 15’ê Gulanê wê kampanyaya îmzeyan bidome.   Rêvebera HDP’ê ya navçeya Halîliye ya Rihayê Aynur Gezgor heta niha 6 hezar îmze di çarçoveya kampanyayê de berhev kir.   ‘Bila piştgiriyê bidin kampanyayê’   Aynurê balkişand ser girîngiya kampanyaya îmzeyan û da zanîn ku di esasa hemû êrîşan de tecrîd heye û ne tenê li girtîgehan li her aliyê civakê tecrîd heye û bi vê re jî navê gund, çiya û navçeyan jî bi bandor bûye. Aynurê wiha got: “Di salên 1980’î de me nikaribû navê zarokên xwe jî binivîsanda. Wê demê leşkerên Esat Oktay li zindana Amedê digotin ‘Tirkî biaxivin’. Destûr nedidan em bi kurdî biaxivin. Me wê demê nikaribû em zarokên xwe bişînin dibistanê. Navê gund, tax û kolanên me kirin tirkî. Ez bang li gelê kurd dikim ku piştgiriyê bidin vê kampanyayê. Me di Newrozê de jî îmze kom kir.”   ‘Bi zimanê xwe biaxivin’   Aynurê destnîşan kir ku bi hewldanên heta niha daye li Rihayê ji ser 6 hezarî zêdetir îmze kom kiriye û bi lêv kir ku gelê kurd polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewletê ji nêz ve dibîne û qebûl nake. Aynurê ev tişt anî ziman: “Divê zimanê kurdî bi malê sînor nemîne. Me heta niha 6 hezar îmze kom kir lê ev têr nake. Hedefa min 20 hezar îmze ye. Ez bang li gelê kurd û tirk dikim ku îmzeyên xwe bidin. Bila kurdî û kirmanckî bibe zimanê fermî û perwerdeyê. Gelê kurd polîtîkayan dibîne û qebûl nake. Zimanê mîlyonan tune tê hesibandin. Ez bang li hemû kurdan dikim. Zimanê xwe biaxivin. Xwedî li zimanê xwe derkevin.”   ‘Bi zor tirkî dan fêrkirin’   Aynurê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku li Tirkiye û herêmê ji bo kampanya zimanê dayikê komîsyon hatiye avakirin û got kampanya di 22’yê sibatê de hatiye destpêkirin bila bigihêje armanca xwe. Aynurê her wiha ji bo piştgiriya kampanyayê ev bang kir: “Em dixwazin zarokên me bi zimanê xwe perwerdeyê bibînin. Li dibistanan bi zor Tirkî bi me dan fêrkirin. Vê jî bi zanebûn dikin. Êdî em bi zimanên xwe biaxivin. Em îmzeyan kom bikin û hewl bidin ku kurdî bibe zimanê fermî.”