Li Qoserê mirina bi guman a zarokekê 2021-04-23 22:46:35   MÊRDÎN - Zaroka li Qoserê 9 meh berê di bin parastinê de bû û malbatê ew anî malê bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da.    Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê zaroka bi navê Şehrîban a paşnavê nehat hînbûn bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da. Ekîbên tendirustiyê yên gihaştin cihê bûyerê cenazeyê Şehrîbana bi awayekî bi guman ji qatê 5'an ket birin nexweşxaneyê.    Hat hînbûn piştî otopsiyê Şehrîbanê hat definkirin û têkilldarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.    Ji malbata xwe tundî dîtiye   Hat hînbûn Şehrîbanê ji ber tundî û gefxwarina ji malbata xwe 9 meh berê di bin parastinê de bûye. Hat diyarkirin demeke berê malbata Şehribanê ew aniye malê.