Emîne Şenyaşar li mala xwe çalakiya nobeta 'edaletê' didomîne 2021-04-23 11:35:27   RIHA - Emine Şenyaşar û Ferît Şenyaşar ji ber qedexeya derketına derve çalakiya xwe ya nobeta "edaletê" li malê di roja 46'emin de dewam dikin.   Çalakiya nobeta edaletê ya Emîne Şenyaşar ku di encama êrîşa parêstvan û xizmên Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildız de hevjîn û du lawên wê jiyana xwe ji dest dan û ya lawê wê  Ferît Şenyaşar ku ji bo Edaletê li ber Edliya Rihayê dabûn destpêkirin di roja 46'emin de ji ber qedexeya derketina derve li malê berdewam dike.   Emîne û Ferît ên ku li mala xwe ya li Pırsûsê ya Rihayê çalakiya xwe didomînin li ser hesabê xwe yê medya civakî wiha gotin: "Ji ber qedexeya derketina derve têkoşîna me li malê berdewam dike. Heyeta ku dibêje bila biryara nepenîkirina dosyayê bidome dibe hevkarê sûc. Em ê îro bi rêya CÎMER'ê ji gilî bikin. "