Jinan ji bo Peymana Stenbolê daxuyanî dan 2021-04-22 19:07:07     MÊRDÎN - Platforma Şahmaranê ya jinên Mêrdînê têkildarî Peymana Stenbolê daxuyanî da.   Platforma Şahmaran a Jinên Mêrdînê bi daxuyanî ya ku îro da betalkirina Peymana Stenbolê şermezar kir. Bi hejmarek zêde jin beşdarî daxuyaniya ku li ber deriyê avahiya KESK'ê hate dayin bûn. Daxuyanî ji aliyê endama platformê Gulîzar Îpek ve hat xwedin.   'Jin tên bişaftin'   Gulîzar di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser qetilkirina jinan û bûyerên îstimarê û wiha axivî:"Ji ber hişmendî û sîstema rêveberiya îqtidarê qetilkirina jinan, destdirêjî, tecawiz, tundî û îstismara zarokan zêde dibin. Piştî ku Peymana Stenbolê kirin mijara nîqaşê û betal kirin şûnde jî ev bûyer her ku diçin zêde dibin. Ji ber ku îqtidar qetilkar û tecawizkar bi xelat kir."   Gulîzar got dixwazin bi biryara vekişandina ji peymana stenbolê re wan mehkûmê tundiyê bikin û wiha got:" Em ji jiyana xwe ne tenê bi guman in, me dikin mehkum û vê jiyanê li me ferz dikin. Jin tên bişaftin. Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin. Divê îqtidar demildest dev ji vê biryara xwe berde. Divê peymanê bixe meriyetê û tişta pêwîst bike."   Daxuyanî bi dirûşmên "Jin Jiyan Azadî, Em ê bi Berxwedanê re bi ser bikevin" bi dawî bû.