PENa Navneteweyî ji bo nivîskar Gulgeş Deryaspî kampanya dest pê kir 2021-04-22 15:54:18     NAVENDA NÛÇEYAN - Bi piştgiriya PENa Kurd, PENa Navneteweyî ji bo nivîskar û endama PENa Kurd, Gulgeş Deryaspî ya 6 sal û 3 meh ceza lê hat birîn, kampanyaya piştgiriyê dest pê kir.   Nivîskar û endama PENa Kurd Gulgeş Deryasî ya ku di 25’ê Mijdarê de bi ser mala wê de hat girtin û piştre hat binçavkirin bi idiaya “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin û şandibûn Girtîgeha Tipa E ya Bedlîsê. Di rûniştina Gulgeş Deryaspî ya biryarê de 6 sal û 3 meh ceza lê hatibû birîn. Bi piştgiriya PENa Kurd, PENa Navneteweyî ji bo nivîskar û endama PENa Kurd, Gulgeş Deryaspî ya 6 sal û 3 meh ceza lê hat birîn, kampanyaya piştigiriyê dest pê kir. PENa Navneteweyî da zanîn ku divê binpêkirina mafên li ser nivîskaran bi dawî bibe. Her wiha PENa Navneteweyî diyar kir ku divê mehkûmiyeta li ser Gulgeş Deryaspî bê rakirin û got ji meqamên tirkî re nerazîbûnên xwe bi rê bikin.   Ji ser vê lînkê hûn dikarin bigihêjin naveroka kampanyayê:   https://pen-international.org/campaigns/turkey-conviction-of-kurdish-pen-member-must-be-overturned.