Li Mexmûrê greva birçîbûnê 126 roj in didome 2021-04-22 15:07:48     MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê hatiye destpêkirin 126 roj in didome.    Girtiyên siyasî yên li zindanên Tirkiyeyê û herêmê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan dest bi greva birçîbûnê hat kirin. Çalakiya greva birçîbûnê di roja 126’an de berdewam dike.   Çalakiya gireva birçîbûnê her roj ji aliyê gel ve bi awayek girseyî tê ziyaret kirin û tendirûstiya çalakvanan jî her roj ji aliyê saziya tendirûstiyê ve tê şopandin.