Nobeta 'edaletê' di roja 45'emîn de berdewam dike 2021-04-22 13:56:23     RIHA - Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar ên ku 45 roj in nobeta "Edaletê" digirin diyar kirin ku bila biryara veşartinê ya li ser  hesabê wan ê li ser medya civakî bê rakirin.    Emîne Şenyaşar a ku hevjînê xwe û du kurên xwe, di êrişa parêzvan û xizmên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz de li Pirsûsê jiyana xwe ji dest dan, nobeta ku bi daxwaza “Edaletê” li pêş Edliyeya Rihayê bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re, da destpêkirin di roja 45’emîn de berdewam dike.    Emîne Şenyaşar  û lawê xwe Fertît Şenyaşar di saetên serê sibê de hatin ber avahiya edliyê rûniştin û dest bi çalakiya xwe ya nobetê kirin. Malbata ku li ser hesabê xwe yê medya civakî parvekirin kir bertek nîşanî redkirina îtîraza duyemîn a ji bo rakirina “biryara nepenî” ya têkildarî êrişa li nexweşxaneyê da.   Malbata Şenyaşar, ligel dîmenên lorandina Emîne Şenyaşar a li baxçeyê edliyeyê ev peyam parve kir: “Beriya sê salan li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê 3 mirovên me hatin qetilkirin.  Me daxwaz kir ku biryara nepen a li ser bûyera duyem ku li Nexweşxaneya Pirsûsê pêk hat bê rakirin. Heta ku edalet pêk bê em ê têkoşîna xwe bidin berdewamkirin."