MKGP: Em ê pênûsa xwe ji yekperestiya îktidarê re nehêlin 2021-04-22 12:02:38     NAVENDA NÛÇEYAN - Bi munasebeta Roja Rojnamegeriya Kurdî MKGP'ê bal kişand ser kevneşopiya çapemeniya kurdî û got:"Em ê pênûsa xwe ji yekperestiya îktidarê re nehêlin."   Platforma Rojnamegerên Kurd a Mezopotamyayê (MKGP), bi munasebeta Roja Rojnamegeriya Kurdî daxuyaniya nivîskî weşand. Di serenava daxuyaniyê de hat gotin 'Çapemeniya Kurdî ya dengê rastî û gel e 123 salî ye'. Di daxuyaniyê de hat gotin ew ê rêwitiya di şopa heqîqetê de bidome.    'Em ê berpirsiyariya xwe ya şopandina heqîqetê bînin cih'   Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:"Di dîroka çapemeniya kurd de her qetilkirin windakirin, sansur, binçavkirin û girtin pêk hatiye û dewam dike. Lê belê rojnamegeriya kurdî li dijî vêya gav paşde neavêt. Em ê berpirsiyariya xwe ya şopandina heqîqetê bînin cih. Em ê wekî rojnamegerên jin mîrateya me girtiye em ê bidomînin. Em ê pênûsa xwe ji yekperestiya îktidarê re nehêlin. Em ji cihên Gurbeteli, Deniz, Nûjiyanan bi keda xwe hatinê dewam bikin. Em roja hemû hevalên xwe yên kedê didin pîroz dikin."