'Rojnamegeriya Kurdî berxwedan e' 2021-04-22 09:08:01   MÊRDÎN - Dayikên Aştiyê û jinên siyasetmedar 22’yê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurdî pîroz kirin û gotin:"Rojnamegeriya Kurdî berxwedan e."   Rojnameya Kurdî ya yekemîn bi navê Kurdistan, di 22’yê Nîsana 1898’an de ji aliyê Mîqdat Mîthad Bedirxan ve li Paytexta Misirê Qahîreyê dest bi weşana xwe kir. Loma 22'yê Nîsanê wekî Roja Rojnamegeriya Kurdî tê pîrozkirin. Bi wesîleya Roja Rojnamegeriya Kurdî, Dayikên Aştiyê û jinên siyasetmedar bi ajansa me re axivîn û ev roj li hemû rojnamegerên kurd ên  li berxwe didin pîroz kirin.    'Rojnamegertiya kurdî berxwedan e'   Dayika Aştiyê Turkan Duruç a ku kurê wê jî rojnameger bû û ji ber gefên dewletê beşdarî nava refên têkoşerên azadiyê bû wiha axivî: “Rojnamegertî karekî pir zor e.  Jixwe tu rojnamgerek kurd bî ev zorî qat bi qat zêde dibe. Her tim gef, tundî û zext tên kirin. Bi sedan rojnameger di girtîgehan de ne. Bi dehan di bin gefên dewletê de ne. Rexmê wan gefan jî her tim li berxwe didin û ji bo ragihandina heqîqetê hewil didin. Rojnamegeriya ku ew dikin pîroz e. Ez di serî de rojnamegerên ku di oxira heqîqetê de şehîd ketine bi bîr tînim û hemû rojnamegerên kurd ên ku li ser şopa wan li berxwe didin jî pîroz dikim.”   'Em şahidê wan e'   Dayika Aştiyê Helîme Işik  jî di serî de bal kişand ser gefên li ser rojnamegerên kurd û wiha got: "Ji bo rastî werin nixumandin, ji bo qirêjiyên tên kirin dernekevin holê li ser rojnamegerên kurd bêtehemiliyek mezin heye. Em dibin şahid. Her tim tên astengkirin. Ji mafê xwe jî tên mehrûmkirin. Li Tirkiyeyê bi taybet rewşa rojnamegeran wiha ye. Em weke dayik keda wan pîroz dikin û hêviya dewamkirina berxwedana wan dikin. Roja Rojnamegeriya Kurdî pîroz be."   'Ji ber rastiyê dibêjin tên astengkirin'   Aktivîsta TJA’yê Rênas Aburşu jî têkildarî Roja Rojnamegeriya Kurdî de wiha axivî:"Em di serî de vê rojê li Apê Mûsa, Gûrbetelî Ersoz, Denîz Firat û kesên wan dişopînin wan pîroz dikin. Li Tirkiyeyê rojnamegerî û parastina heqîqetê pir zor e. Ji ber ku êrişên îqtidara ku li dijî vê yekê ye wê bê naveber werin pêkanîn. Gef, qetilkirin, girtin û weke din gelek tiştên wisa em bûne şahid û berdewam jî dikin. Îqtidar tu carî medyaya ku ne piştgirê wan be hesab nake û rastiya jî naxwaze. Ji ber ku îşkenceya ku dikin rojnamegerên çapemeniya azad nivîsandin bi awayekî bê hiqûqî bi mehan di girtîgehan de man. Ji ber ku rastiyê dibêjin hercarî rûpela wan tên astengkirin. Li Tirkiyeyê parastina heqîqetê zor e. Lê em dizanin jî weke her carî ew ê dev ji doza xwe bernedin. Ji ber ku ew zarokên Apê Mûsa ne. Îqtidar qebûl neke jî em şahidê rojnamegeriya wan e. Roja Rojnamegeran cardin pîroz be."   'Em rojnamegerên kurd pîroz dikim'   Hevseroka HDP'ê ya bajarê Mêrdînê Perîhan Agaoglu jî têkildarî Roja Rojnamegeriya Kurdî ev peyam parve kir: "Rojnamegeriya Kurdî ji bo heqîqet û jiyana bindest a kurdan vebêje bedelên giran dane û hîna didin. Sansur, girtin, îşkence û gef kêm nabin. Ji ber van bedelan jixwe aniye vê astê. Bi derfetên kêm û di bin gefan de xwe digihîn her aliyê Mezopotamyayê. Em hemû rojnamegerên kurd pîroz dikin. Bi hêviya azadiya hemû girtiyên çapemeniyê."