Jinên rojnameger di hedefê de ne: Em dest ji têkoşînê bernadin 2021-04-22 09:06:35   Aynur Aslan   WAN - Rojnamegerên jin diyar kirin ku zextên li ser rojnamegeran didomin û bi taybet li ser rojnamegerên kurd binpêkirinên mafan zêde ne û wiha pê de çû: “Çi dibe bila bibe em ê jî wek Apê Musa, Gurbetellî Ersoz û Denîz Firat di rêya heqîqetê de têkoşîna xwe bidomînin.”   Li Tirkiyeyê zextên li ser rojnamegeran didomin û gelek weşanên çapemenyê bi sansur, girtin û astengiyan re tên rû hev. Li gorî rapora binpêkirina mafan a li hember rojnamegeran a Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê, ji 4’ê çile heta niha 91 rojnameger hatine girtin. Herî dawî di 13’ê nîsanê de di nav de nûçegîhana ajansa me Şehrîban Abî jî tê de 4 rojnameger li Şax a Wanê bi hinceta nûçeya 2 welatiyên ku ji helîkoperê de hatine avêtin, çêkirine hatin girtin û piştî 6 meh girtina wan hatibûn berdan. Zextên li hember rojnamegerên ku neketine bin tekela desthilatdariyê zêde dibin û bêguman rojnamegerên kurd para xwe zêde ji vê digirin. Nûçegîhana me Şehrîban Abî û ji Edîtorên Nûçeyên Demokrat Selda Manduz ku demek berê tahliye bûn, derbarê mijarê de nirxandin kirin.   ‘Bi zextan peyamê didin rojnamegerên muxalîf’   Ji Edîtorên Nûçeyên Demokratîk Selda Manduz diyar kir ku tecrubeya wê ya qadê kêm be jî bûye şahidê hinek pirsgirêkan û got zextên li ser rojnamegerekê di esase de ji bo hemû rojnamegerên muxalîf peyameke û wiha got: “Yek ji sedemên zextên li ser rojnamegeran dayîna peyamê a ji bo gel e. Ez du caran hatim binçavkirin. Du dosyayên min yên cuda hene. Rewşa herî barîz a hat serê min ev bû; rojnamegerekî mêr hewl da pêşî li min bigire û nehişt ev dîmen bikşînim. Me nîqaş kir pirsgirêk çareser bû. Ji bilî wê mirov xwe ji polîsan re heta vedibêje, pisgirêka mezin çêdibe. Êrîşên li hember rojnamegeran sînor bezandiye û ya girîng piştevaniya rojnamegerane û parastina nirxên etîke.”   ‘Mijar rojnamegerê deshilatdariyê an jî ne rojnamegerên wan e’   Seldayê destnîşan kir ku desthilatdarî dixwaze ku rojnameger wek memur tevbigerin û rojnamegerên nikare bigire tekela xwe bi zextan diçewisîne. Seldayê ev tişt anî ziman: “Mînaka herî girîng a vê jî ji sedî 90 çapemenî di destê wan de ye. Sedema zextên li ser rojnamegerên kurd, eve ku rojnameger li herêmê rastiyan derdixin holê. Rojnameger û çapemeniya piştgiriyê nadin desthilatdariyê bedelên didin. Li Wanê hevalên me yên nûçeya gundiyên ji helîkopterê hatin avêtin çêkirin hatin girtin û li rojava jî Can Dundar neçar dimîne welat terk bike. Melîs Alpha bi 7 salan tê darizandin. Mijar ev e tu rojnamegerê desthilatdariyê ye an na.”   ‘Newekheviya zayendê rastiya Tirkiyeyê ye’   Seldayê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li Tirkiyeyê di hemû sazî û sektoran de pirsgirêkên newekheviya zayendî tê jiyîn. Di qada rojnamegeriyê de jî tê jiyîn. Îslama siyasî herî zêde ji jinan ditirse. Li Tirkiyeya ku demek dirêje muxalefet tê çewisandin, tenê jin li kolanan bûn û şûnde gav navêtin. Li hember jinan polîtîka tûnd ket dewrê. Em rojnameger ne alava tu partiyek siyasî an jî desthilatdariyê ne. Li Tirkiyeyê rojnameger rastî zextan tên. Tevî vê rojnamegeran berpirsyariya xwe anî cih. Tu desthilatdarî ne bêdawî ye. Yên van rojan dinivîsin jî em in. Divê em rayagiştî bikin xwedî agahî. Ji bo vê jî me bedel da û em didin jî.”   ‘Îdianameyek trajîkkomîk hat amadekirin’   Şehrîban Abî da zanîn ku di 6’ê cotmeha 2020’an de bi 3 hevalên xwe re di serdegirtina malan de hatin binçavkirin û nok û alavên wan sûc hatine dîtin. Şehrîbanê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îdianame ji aliyê polîsan ve hat amadekirin. Ji bo girtina rojnamegeran rewşa ‘em li ku çi bibînin û bikin îdianameyê’ li ber çavan bû. Çavkaniya nûçeyê, hevdîtinên telefonê û ajansa rojnameger, sûc bû. Yanî bi giştî dosyayek trajîkomîk hatibû amadekirin. Me rewşa rast a welat bi îdianameyê dît.”   ‘Li şûna kesên ku îşkene kirine rojnameger hatin darizandin’   Şehrîbanê di berdewamiyê de balkişand ser du welatiyên li Şax a Wanê ku ji helîkopterê de hatibûn avêtin û wiha pêde çû: “Min di 2019’an de wek stajyer di Jinnewsê de dest pê kir. Ajansa me di gelek mijarên wek siyaset, spor, hiqûq, zarok û ekolojiyê de nûçeyan çêdike lê muxatabên me jin in. Ajansa Mezopotamyayê cesaret kir û nûçeya du welatiyên ku rastî îşkencê hatiye û ji helîkopterê de hatine avêtin çêkir. Li şûna ku kesên îşkence kirine bên darizandin rojnamegerên ku rastî nivîsîn hatin darizandin.”   ‘Em ê bibin dengê gel’   Şehrîbanê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku zextên li ser rojnamegeran her tim hene û bi taybet li herêmê li ser rojnamegerên kurd zext zêdene û wiha dawî lê anî: “Du hefte berê rojnamegera kurd Berîtan Canozer hat binçavkirin. Ji ber em dengê bindestan didin bihistin em rastî zextan tên. Çapemeniyên din rastî zextan nayên ji ber ew daxwazên desthilatdariyê tînin cih. Ev zext bi salane diomin û heta em jî rastiyan binivîsin wê zext bidomin. Lê gel li pişt me ye. Yên me biparêzin gelê me ye. Çi dibe bila bibe em ê di rêya Apê Musa, Gurbetellî Ersoz û Denîz Firat de berdewam bikin. Em ê dengê gelê kurd, bindest, jinan û zarokan bidin bihistin.”