Bi hinceta banga meşê kirine, ji bo îfadeyê bangî wan hat kirin 2021-04-21 15:27:26     WAN - Bi hinceta li hemberê biryara vekişîna Peymana Stenbolê banga meşê kirine, polîsan ji bo îfadeyê bangî jinan kir.   Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê, di 10 Nîsanê de li hemberê vekişîna Peymana Stenbolê li Kolana Hunêrê meş çêkirin. Berî meşê jinan li ser hesabên xwe yên medyaya civakî bangewaziya meşê kirin. Miduriyeta polîsan bi hinceta bangewaziya meşê bi rêya telefonê gazî jinan kirin ku biçin îfadeyê bidin.