Rojnamevan Tulay Bîlgîner jiyana xwe ji dest da 2021-04-21 14:01:20     NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan, nivîskar û senarîst Tulay Bîlgîner jiyana xwe ji dest da.   Endama Cemiyeta Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGC) ya xwediya qerta çapemeniyê ya daîmî, nivîskar û senarîst Tulay Bîlgîner jiyana xwe ji dest da. Rêveberên TGC'ê piştî Tulayê jiyana xwe ji dest da peyama sersaxiyê parve kirin. TGC di peyamê de xemgîniya xwa anîn ziman û wiha got: “Tulay bi salên dirêj di warê rojnamegerî û nivîsandinê de bi serfirazî xebitî her wiha keça serokê TGC'ê yê berê Recep Bîlgîner bu. Em sersaxiyê û sebrê ji malbata Bîlgîner û xizmen wan re dixwazin.”   Tulay di sala 1974’an de li Stenbolê hatiye dinê. Piştî dibistana seratayî û navîn, li Elmanyayê perwerdahiya aborî û karsaziyê dîtiye. Di salên xwendekariya xwe de dest bi rojnamegeriyê kir û li gelek kovar û rojnameyan xebitî ye.