Polîsan êrişî endamên Platforma 1'ê Gulanê kirin 2021-04-21 13:04:43     STENBOL - Li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê endamên Platforma 1'ê Gulanê xwestin banga 1'ê Gulanê bikin. Polîsan êrişî endamên Platforma 1'ê Gulanê kirin, li wan dan û ew kirin bin çavan.    Li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê endamên Platforma 1'ê Gulanê xwestin banga 1'ê Gulanê bikin. Polîsan êrişî endamên Platforma 1'ê Gulanê kirin, li wan dan û ew kirin bin çavan. Rojnamegerên xwestin dîmenan bigirin hatin astengkirin.    Şaxa Stenbolê ya Komeleya Hiqûqnasan a Nûjen  (ÇHD) têkildarî mijarê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:"Karkerên li dijî xespa maf serî hildan û banga 1'ê Gulanê kirin ji aliyê polîsan ve bi îşkenceyê hatin binçavkirin. Endama me ya GM'ê Parêzer Seher Dûrsûn jî ji ber mudaxaleyî êrişa polîsan kir hat binçavkirin. Tundiya polîsan û binçavkirin di wesayetên binçavkirinê de didomin. Karkerên bi îşkenceyê tên girtin di wesayeta binçavkirinê de bi copan lêdanê dixwin."