Li Mexmûrê koma 63'yemîn gireva birçîbûnê dewir girt 2021-04-21 12:23:53     MEXMÛR - Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê çalakiya gireva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclisa Îştar hat destpêkirin koma 63’yemîn dewir girt. Li wargehê 125 roj in çalakî didome.   Girtiyên siyasî yên li zindanên Tirkiyeyê û herêmê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan dest bi greva birçîbûnê hat kirin. Çalakiya greva birçîbûnê îro koma 63’yemîn dewir girt. Çalakî 125 roj in didome.     Merasîma dewirgirtinê bi deqeyekê rêzgirtinê dest pê kir. Li ser navê koma 62’yemîn Qurtay Hêşetî axivî û wiha got: "Di çarçoveya pêngavê de hemû çalakiyên ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo hatine dest pê kirin, silav dikim û ji bo wan serkeftinê dixwazim. Dixwazim bi gotinekî rêheval Mazlûm Dogan dest bi axaftina xwe bikim. Heval Mazlûm Doxan dibêje ‘ger ku li cihekî faşîzim hebe li wê derê berxwedan heye’ ji ber ku berxwedan çalakiyeke li hember faşîzmê ye.    Niha ev çalakiyên ku tên meşandin em di ferqa giringî û mezinahiya wê de ne. Eger ku em her tim bi dirûşmeya ‘Bi can bi xwîn em bi serokê xwe re ne’ wê demê divê em bi her şert û mercî di her kêliyê de di nava têkoşînê debin. Ji bo ku heya niha Rêbertiya me dîl di destê dijmin de ye, divê em hemû rexnedayîna xwe bidin, divê ji me beriya niha bi têkoşîna xwe karibûya Rêbertiya xwe azad bikin."   Merasîma dewirgirtinê bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana zîndanan’ bi dawî bû.