Feleknas Uca mijara Şengalê bir rojeva Meclîsê 2021-04-21 11:53:22   AMED - Parlamentera HDP’ê Feleknas Ûca, hewldanên artêşa Iraqê yên li hemberî Şengalê bir rojeva Meclîsê û got: "Ligorî îdiayan di nava arteşa Iraqî de leşkerên ku bi tirkî diaxifin hene. Gelo çi karê leşkerên tirk li Şengalê hene?"   Artêşa Iraqê duh bi şev hewl da bikeve gundê Gir Zerik ê dikeve başûre rojavayê Şengalê. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Êlihê Feleknas Ûca, pêşketinên Şengalê rû didin û hewldanên artêşa Iraqê yên li hemberî Şengalê bir rojeva Meclîsê. Feleknas derbarê mijarê de pêşniyazpirs da Wezîrê Parastina Neteweyî Hûlûsî Akar.   Di pêşniyazpirsê de wiha hat gotin: "Di encama lihevkirina Hewlêr û Bexdayê de, artêşa Iraqê di 20’ê nîsanê de, xwest bikeve gundê Gir Zerik ê Şengalê. Li ser hesabên medya civakî hat îdîakirin ku di nava artêşa Iraqê de leşkerên ku bi tirkî diaxifin hene. Gelê Şengalê hêzên artêşa Iraqê asteng kirine û li ser rêya gund dest bi çalakiya rûniştinê kirine. Çalakiya gel dewam dike. Jinên Şengalê yên hewl didin artêşa Iraqê bidin rawestandin, diyar kirin ku di nava artêşê de leşkerên bi Tirkî diaxin hene.    * Raste ku di nava artêşa ku dixwaze bike Şengalê de leşkerên bi Tirkî axivîne hene?    * Ger ev îdîa rast be, wê demê çi karê leşkerên Tirk di nava artêşa Iraqê de û li Şengalê hene?”