Çalakiya greva birçîbûnê koma 30'emîn dewr girt 2021-04-21 09:06:12   NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya greva birçîbûnê ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hatibû destpêkirin 146'emîn de didome.    Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan ku di 27’ê Mijdara 2020'î de li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê hatibû destpêkirin didome. Çalakiya ku bêdem û dorveger hatibû destpêkirin koma 30'emîn dewr girt. Çalakî di roja 146'emîn de berdewam dike.    Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Raziye Ozturk, Rezan Sarica, Faîk Ozgur Erol û Cengîz Yureklî ji bo bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.   Her wiha welatiyên li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dimînin jî ji bo piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dewam dike, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn. Çalakiya bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê hat destpêkirin, 108 roj li pey xwe hiştin.