Latîfe Demîrcî ya di hepsa malê de ye: Kolan nebin baxçeyên me hene 2021-04-21 09:03:47   Oznur Deger   ENQERE - Ji bo Latîfe Demîrcî Kahya ya HDP’î cezayê hepsa malê hat birîn. Latîfe diyar kir ku bi dayîna hepsa malê re, armanc dikin ku jinan ji kolan û  qadan dûr bixin û got: "Lê divê bizanin em ê li ser medyaya civakî, li baxçeyên malê xwe û şaneşînên xwe çalakiyên xwe pêk bînin. Kes nikare li hember vê bibe asteng.”   Piştî feshkirina Peymana Stenbolê şûnde, jinên bû hedefa desthilatdarî û zîhniyeta serdest ya mêr bi êrîşan re hatin rû hev. Jinên li qadan berxwedidan bi cezayên hepsa malê re rûbirû man. Di 19’ê adarê de li Enqereyê serdegirtinên malan pêk hatin. Endama Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Latife Demîrcî Kahya jî biryara wê ya binçavkirinê hebû lê ji ber ne li Enqereyê bû, dozgeriyê gazî îfadeyê kir û hepsa malê dayê. Latîfeyê diyar kir ku bi zêdebûna têkoşîna jinê re dijhiqûqî jî zêde bûne û got ew dest ji têkoşînê bernadin.   ‘Deriyê min şikandine, kes ne li malê bû’   Latîfe di 18’ê adarê de diçe hevdîtina keça xwe ya li girtîgeha jinan Bakirkoyê girtî, ji ber telefon di bêrîka xwe de jibîr kir, hat binçavkirin û midûrê girtîgehê bang li polîsan dike. Piştî îfade girtinê Latîfe tê berdan. Latîfeyê got di 19’ê adarê de polîsan bi ser malê de digirin û ew ne li malê bûye. Latîfeyê wiha got: “Ez mehek şûnde hatim Enqereyê. Ez bi parêzer re çûm dozgeriyê min îfade da. Beyî me mala min lêgerîn kirine. Derî şikandine. Kes ne li malê bû. Harddîska kompîturê, flaş, CD û sê poşet pirtûk birine. Wekê din nizanim çi birine. Nameyên ji girtîgehê hatine jî girtine. Ez nizanim çima name girtine.”   Latîfeyê destnîşan kir ku derbarê alavên ji mala wê hatine girtin de girtek nîşanê wê nedane û ji ber veşariya li ser dosyayê nizane ku bi çi tê sûcdarkirin û wiha awivî: “Min di dema îfadeya li dozgeriyê de fêr kir gelek alavên min ji mala min hatine girtin. Ji ser TJA, HDK û ANF’ê dizanim ku ez sewqî girtinê kirime. Çalakiya ‘ala spî’, çalakiyên Kobanê û Pirsûsê pirsîn. HDK û TJA pirsîn. Ji bersivên min re got ‘neket serê min’. Hinek tişt di serê dozger de bûn, yanî wek rêxistina derveyê qanûnî dibîne.”   ‘Tehemula wan ji aştiyê re jî tune’   Latîfeyê wiha dirêjî da axaftin xwe: “Lîsteya navê jinên li girtîgehê jî hatiye girtin û wek sûcdarî dîtin. Me wek Platforma Jinan a Enqereyê û HDP’ê di 8’ê Adar û 25’ê Mijdarê de ji jinan re qert û pirtûk şandin girtîgehê. Belgeya çalakiya di 2009’an de a hewldana jinan ji bo aştiyê pêk aniye jî girtine. Yanî ji ber ku ev ji şer xwedî dibin, êdî tehemula wan ji aştiyê re jî nemaye.”   ‘Em edeleteke ku tuneye dixwazin’   Latîfeyê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li cihê ku edelet tunebe, lêgerîna edeletê tiştek cudaye. Em edeleteke ku tune dixwazin. Tiştên qanûnî di serê xwe de dikin dijqanûnî. Li cihekî ku edelet û hiqûq tunebe, em li hiqûqê nagerin. Ev tiştên hatine jiyîn hemû nîşaneya dihiqûqiyê ye.”   ‘Nikarin me ji kolan û têkoşîna me bikin’   Latîfeyê bi lêv kir ku bi dayîna hepsa malê re, armanc dikin ku jinan ji kolanan, qadan bikin û ev tişt anî ziman: “Bi kelepçeyê bi rumeta mirovan dilîzin. Kelepça elektronîk ji bo mêrên ku şîdetê li jinan dikin hat derxist. Niha li destê jinan dixin. Dixwazin me ji kolanan û qadan bikin. Lê hêza wan têrî vê nake. Tu car nikarin me ji kolan û têkoşîna me bikin. Ez di hepsa malê de têkoşîna xwe didomînim. Jinên deng dane AKP’ê jî bertek nîşanê feshkirina Peymana Stenbolê dan. Em ê her cureyê derfetê bikar bînin. Em li ser çapemeniya civakî tevlî têkoşînê bibin. Em nikaribin kolanan bikar bînin, em ê baxçeyên xwe, şaneşînên xwe bikar bînin. Nikarin pêşî li vê bigirin. Sê mehan carê kelepça elektronîk dan. Piştî her sê hefteyên dawî ez îmzeyê didim û qedexeya derveyê welat heye. Li girtîgehan cih nemaye êdî tiştekî wisa dikin. Em ê têkoşîna xwe bi her awayî bidomînin.”