‘Li Rihayê di qada tenduristiyê de zimanekî newekhev tê bikaranîn’ 2021-04-21 09:02:36   RIHA - Hevseroka SES’ê ya Rihayê Eylem Salar derbarê pirsgirêkên li bajar û vîrûsa korona ku zêde bûye de axivî û da zanîn ku bi vîrusê re pirsgirêkên tenduristiyê yên heyî hatine dîtin û di qada tenduristiyê de zimanekî newekhev tê bikaranîn.   Hikûmet di pêvajoyê vîrûsa koronayê (Covîd-19) de her çiqas hinek qededeyan bîne jî piştî demekî kem bû derbasî pêvajoya asayî bû. Piştî asayîbûnê hejmara nexweşan zêde bû. Vîrûsa ku di encama polîtîkayên şaş de zêde bû.  Polîtîkayên şaş bû sedema mezinbûna pirsgirêkê di qada tenduristiyê de.    Li Rihayê pirsgirêkên tenduristiyê bi koronaye re girantir bûn û gel ket nav fikarên mezin. Pirsgirêkên tenduristiyê yên li Rihayê gelek caran bi hevkariya parlamenteran çû meclîsê, lê rayedaran derbarê mijarê de pêngavek navêtin. Hevseroka Sendîkaya Xizmetên Civakî û Tenduristî (SES) a Rihayê Eylem Salar, derbarê pirsgirêkên li Rihayê de nêrînê xwe ji ajansa me re anî ziman.    ‘Pirsgirêkên hîn bêtir giran bûn’   Eylemê destnîşan kir ku piştî şerê li Sûriyeyê şûnde bi penaberên ku koçî Rihayê bûn nifûs gihaşt 2 mîlyon û nîv û got: “Li Rihayê pirsgirêka betaliyê zêde bû. Pirsgirêkên wekê texrîbata ekolojîk û karkeriya demsalî hat jiyîn. Bi taybet bi pandemiyê re pisgirêk hîn bêtir giran bûn. Ji ber ku gelek akademîsyen ji nexweşxaneya zanîngehê hatin îxrackirin hîndekarên têgihiştî neman. Niha hevalên me yên di fîlyasyonê de dixebitin, hêj jî aşî nebûne û bi vê rewşê dixebitin.”   ‘Başbûnek çênebû’   Eylemê di berdewamiyê de da zanîn ku di 1’ê Gulanê de bi pêvajoya normalbûnê ya duyem re rûbirû ne û bi vê pevajoyê re hejmar wê bi awayekî cidî zêde bibin û got: “Salek berê li Tirkiyeyê bûyera yekem hat dîtin. Tevî salek derbas bûye jî hikûmetê di qada tendurstiyê de hêj jî gavek erênî neavêtiye. Hemû bar li ser milê xebatkarên tenduristiyê û welatiyan hat barkirin. Ger îro di hejmara nexweşan kêm bibe, ev tişt ne bi saya wezaretê; bi saya hewldana kedkarên tenduristiyê pêk hatiye. Her wiha desthilatdarî her carê bandora pandemiyê vedişêre. Em kedkarên tenduristiyê di vê pêvajoyê re bi xespkirina mafên re rûbirû man. Tedbîrên di qada cemawerî de hatin girtin di qada tenduristiyê de nehat girtin.”   ‘Zimanekî newekhev tê bikaranîn’   Eylemê bi lêv kir ku ji ber kêmasiya alavên tibî û xebatkaran welatî diçin bajarên din û ev jî tê wateya ku welatî ji mafê tenduristiyê fêdeyê nagirin û xebatkar jî nikarin peywira xwe bikin. Eylemê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê xizmetên tenduristiyê demildest bên çareserkirin. Mînak doktorên welîdîna jinan ên li Nexweşxaneya Lêkolîna Perwerdehiya Rihayê dixebitîn nîvê wan îstîfa kirin û ji bajar çûn. Şert û mercên xebatê neyên başkirin wê ev îstîfa bidomin. Li Rihayê doktorên welîdîn û zarokan zêde tune ne. Welatiyên Sûriyeyê ji xizmeta tenduristiyê baş fêdeyê nagirin. Ji ber tevliheviya di qada tenduristiyê de ji ber pirsgirêkên ziman, ji ber ku penaber wek bar tên dîtin, em zimanekî newekhev yê tê bikaranîn dibînin.”   'Li bajêr hejmara welîdînê zêde ye'    Eylemê anî ziman ku li Rihayê hejmara welîdînê zêde ye û jin di alî xwegîhandina xizmetê de pirsgirêkan dijîn û ji ber vê jî nexweşiyên cidî dertên holê û Eylemê herî dawî ev bang kir: “Ji bo tenduristî bibe civakî dikare hevdîtinên jinan bên kirin. Divê li her herêmê xebatkarên anatomî bên gihandin. Bi vî awayî dikare pirsgirêk bên ziman û pêşî li pirsgirêkan bê girtin. Di bin bana şaredariyan de dikare dibistanê tenduristiyê bên vekirin. Karkerên demsalî li cihên dixebitin pirsgirêkan dijîn. Divê bi zimanê dayikê xizmeta tenduristiyê bê dayîn.”