Malbatên girtiyan: Li hemberî tecrîdê bêdeng nemînin 2021-04-21 09:01:34   Medya Uren   MÊRDÎN - Malbatên girtiyên ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan di greva birçîbûnê de ne, daxwaz dikin ku xwestekên girtiyan werin qebûlkirin. Malbat bang dike ku herkes di vê mijarê de hestiyar bin û piştgiriyê bidin çalakiyên grevên birçîbûnê.   Girtiyên sîyasî yên PKK û PAJK’ê di 27’ê Mijdara 2020’an de, bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F tê girtin û bidawîkirina binpêkirinên mafên mirovan ên di girtîgehan de zêde bûne dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Çalakiya girtiyan di roja xwe ya 145’emîn de berdewam dike.   Malbatên girtiyan pirsgirêkên ku girtî dijîn anîn ziman û bertek nîşanî tecrîdê dan.   'Tecrîd li hemû girtîgehan belav bû'   Alî Aykut (42) 4 sal in di Girtîgeha Mêrdînê de tê girtin. Ew bavê 4 zarokan e û temenê zarokên wî di navbera  5 - 14 salan de ye. Nexweşiyên Alî yên weke sara û astimê hene. Alî jî li dijî tecrîdê û binpêkirina mafên li girtîgehan ket greva birçîbûnê. Diya wî Cemîle Aykut di serî de qala rewşa Alî kir û wiha got: "Ev çend sal in bi awayekî bê hiqûqî ew tê girtin. Hem nexweş e hem jî xwediyê çend zarokan e. Neçar e ku yek li wan jî binêre. Diya zarokan pêre nagihêje. Ango ew bi meaşê min ê pîrîtiyê debara xwe dikin. Em ji Alî re jî her meh pere dişînin. Ew û gelek girtiyên siyasî heman pirsgirêkê dijîn. Ya ku li wan tê kirin bêmafî ye. Tecrîd li hemû girtîgehan û li hemû malbatên girtiyan belav bûye.”   'Daxwaza wan daxwaza me ye'   Cemîleyê di berdewamiya axaftina xwe de jî bal kişand ser tecrîda li hemû girtîgehan belav bûye û wiha got: "Mafê girtiyan tê binpêkirin. Ji hemû mafên xwe yên mirovahî tên mehrûmkirin. Ev tecrîd e û tecrîd jî sûcê mirovahiyê ye. Em weke malbat êdî hew dikarin biqedînin. Em jî bi girtiyan re di bin tecrîdê de ne. Daxwaza wan daxwaza me ye û heta were cih jî em li pey wan in."   'Min zarokên xwe ji neçarî da zewicandin'   Kemal Kaplan jî 28 sal in di Girtîgeha Balikesîrê de ye. Ew jî yek ji wan girtiyan e ku 9 zarokên wî yên biçûk hebûn. Hevjîna wî Ayten Kaplan zarokên xwe bi tena serê xwe û di nava xizaniyê de mezind dike. Wê karkeriya demsalî kir û li ser erdê xwe di heman demê de karê çandiniyê kir. Bi pereyê qezenc dikir jî zarokên xwe û hevjînê xwe yê ku di girtîgehê de ye xwedî kir. Aytenê bal dikşîne ser rewşa xwe û wiha dibêje: "Min zarokên xwe bi xizanî mezin kir. Ez ji nexweş ketime û hevalê min jî nexweş e. Ez li vir nikarim li xwe binêrim. Ew jî li wir di çi rewşê de ye em pê dizanin. Ev rewşa herî giran ya tecrîdê ye. Niha dewletê ne hevalê min tenê malbatek 9 zarok mexdûr kir û jiyana wan serûbin kir. Em hemû xistin bin tecrîdê."   'Bibin dengê girtiyan'   Aytenê bi lêv kir ku girtî heta niha sirgunî gelek cihên mîna Îzmîr, Mêrdîn û Manîsayê û bajarên wekî din hatine kirin. Aytenê wiha berdewam kir: "Emrê me li ber deriyê girtîgehan derbas bû. Çûyîn hatina me jî pirsgirêkeke mezin e. Tên surgunkirin û dema em diçin jî pere pêwîst e. Daxwaza me ew e ku dawî li tecrîdê bînin. Tecrîda li ser hemû girtiyan sûcê mirovahiyê ye. Em şermezar dikin. Ji bo dawî li tecrîdê were jî em daxwaz dikin ku hemû gel rabe ser xwe û li hemberî wan bertek nîşan bide. Grevên birçîbûnê çalakiyek heq e û em li piştin."